AMED - 4 jê siyasetmedar û yek jê rojnameger 5 kesên ku 25 roj berê li Amedê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin.
Rêvebirên HDP û DBP’ê 4 siyasetmedar û rojanemgerek ku Wezîrê Karê Hundir îdîa kir “di nava KCK’ê xebatên asta jor dimeşînin” derket holê ku bi hinceta îxbara bênav a ji polîsan re hatine 25 roj berê hatin binçavkirin. Di operasyona 30’ê Kanûnê li navenda Amedê pêk hat de endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Salîh Akdogan, endamê Meclîsa partiya HDP’ê Bayram Altun, endamê PM’ê yê berê yê DBP’ê Ercan Akyol, siyasetmedar Mazhar Ozturk û rojnameger Hasan Alma hatibûn binçavkirin. 5 kesên 25 roj berê hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dozger jî piştî li ifadeya wan guhdar kir bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha Nobedar a Sulh Ceza kir.