Li Nisêbînê pevçûn: 4 birîndar

MÊRDÎN - Li Kolana Lozanê ya Nisêbînê, di navbera du mabatan de pevçûneke çekdarî derket û 4 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li Nisêbîna Mêrdînê pevçûneke çekdarî pêk hat. Di pevçûna ku li ber Parka Demokrasiyê ya li ser Kolana Lozanê ye de, 4 kes birîndar bûn. Piştî pevçûnê gelek wesayîtên zirxî û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat zanîn ku, bûyer ji ber hisûmeta di navbera du malbatan de derketiye.

Birîndar bi ambulansên hatin cihê bûyerê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin kirin.