ŞIRNEX - Malbatên rêveberên HADEP'ê Denîz û Taniş ku di 2001'ê de hatin windakirin diyar kirin ku, di ser roja salvegera wan de ew roja hatine windakirin careke din dijîn û daxwaza aqûbeta zarokên xwe kirin.
Di salên 1990-1992'yan de hêzên dewleta tirk Herêma Botanê ji xwe re kirin hedef û bi tang, topan û tîmên wek JÎTEM'ê û hîzbulkontrayê dagir kirin. Piştî ku van hêzan xwe li herêmê bi cih kir di bin navê JÎTEM'ê û hîzbulkontrayê de li Şirnex û navçeyên wê dest bi qetlîaman û zilmê kirin. Di heman salan de hêzên dewletê gelek gundên Şirnexê xirab kirin û şewitandin. Gundiyên derdora Şirnexê li gel hemû zilm û zordariya dewleta tirk jî axa xwe terk nekirin û berê xwe dan bajarên wek Şirnex, Cizîr, Silopî û Hezexê. Piştî ku dewletê zanî nikare vîn û berxwedana gelê Botanê bişkîne dest bi revandin û windakirina mirovan kir. Di salên 90'î de JÎTEM'ê gelek welatî li ser riyan û di qereqolan de kuştin û cenazeyên wan winda kirin. Hêzên dewletê li her bajarê kurdan qetlîam pêk anîn û bi hezaran kes kirin kiryar nediyar. Ji van kesan Serokê HADEP'ê yê Silopiya Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekir Denîz di 25'ê Çileya 2001'ê de hatin windakirin û heta niha ji her du kesan tu agahî nehatine wergirtin.
LI NAVÇEYÊ CARA YEKEM PARTIYA HADEP'Ê VEKIRIN
Taniş û Denîz di sala 2001'ê de li navçeyê xebatên rêxistinê meşandin û piştî demekê cara yekem li navçeyê Partiya Gel a Demokratîk (HADEP) vekirin. Piştî Taniş û Denîz bûn endamên partiyê û xebatên rêxistinbûnê li navçeyê xurt kirin Fermandarê Cendermeyan ê Şirnexê Levent Ersoz gefên kuştinê li wan xwarin. Gelek caran jî bi fermana Ersoz leşker û hêzên JÎTEM'ê bi ser malên wan de girtin û îşkence li malbatên Taniş û Deniz kirin. Piştî van gefan 8 rojan leşkerê bi navê Taşkin Akgun telefonî Taniş û Deniz kir û ji wan re got divê ew werin Fermandariya Cendermeyan a Silopiyayê. Taniş û Deniz ji bo îfadeyê çûn Fermandariya Cendermeya Silopiyayê. 3 rojan malbatên wan agahî ji zarokên xwe wernegirtin. Malbatên Deniz û Taniş ji bo li zarokên xwe bipirsin çûn Fermandariya Cendermeyan a Silopiyayê, lê leşkeran ji malbatan re got tu kesê bi navê Serdar û Ebûbekir li fermandariyê tune ne. Piştî van gotinan malbata Taniş û Deniz ketin nav fikaran û li zarokên xwe geriyan. Lê malbatan tu encam negirtin û her wiha şahidên bûyerê ji malbatan re gotin, "Taniş û Deniz li qerekolê bûn." Li ser gotinên şahidan malbatan serî li Dozgeriya Silopiyayê da.
DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM KIR
Piştî Levent Ersoz zanî ku malbatên Taniş û Deniz li zarokên xwe digerin, vê carê Ersoz ji her du malbatan re got, "Ger hûn lêgerîna xwe berdewam bikin hûn ê jî di riya zarokên xwe de biçin." Li gel gefên Ersoz jî malbat û gelê Silopiyayê dest ji aqûbeta Taniş û Denîz bernedan û serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa'yê (DMME) dan. Li ser vê yekê DMME'yê di sala 2015'an de Tirkiyeyê mehkumê 172 hezar euro tanzîmatê kir. Li gel hemû hewildanên malbatan ev 16 sal in ne canaze ne jî kujerên zarokên wan hatine dîtin.
'TU KES NIZANE HESTIYEN HER DU QEHREMANAN LI KU NE'
Hevjîna Ebubekîr Denîz, Dîvan Denîz wêneyê Taniş û Deniz ê bi diwêr ve daliqandî daniye ber xwe û ev 16 sal in çavê wê li riya hevserê wê ye. Dîvan Denîz, anî ziman ku her roja ku salvegera wan tê weke ku ji nû ve hatine windakirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Her sal dema salvegera windakirina hevserê min tê weke wê rojê tê bîra min. Ebubekîr li gel Serdar Taniş xebat li navçeyê meşandin. Her tim digot bes e êdî zilma dewletê divê em bibêjin êdî em hene, kurd hene, zimanê me kurdî ye. Hevjînê min li ser wî esasê xebat dimeşandin û cara yekem li Silopiyayê partiya HADEP'ê vekirin. Piştî 8 rojên vekirina HADEP'ê, roja 9êmîn Ebubekîr û Serdar Taniş hatin binçavkirin. Dema hevjînê min hatî windakirin zarokê min 9 mehî bû. Hêzên dewletê çawa ku 2 sal in li ser herêmê polîtîkayên qirkirinê û kuştinê li ser gel dimeşîne, wê demê jî hêzên dewletê heman zilm û zordarî li ser me pêk dianîn. Li gel hemû zor û zehmetiyên jiyanê jî min erdek ne hişt ku ez li hevjîne xwe ne geriyam. Lê min hestiyên zilamê xwe jî peyde nekirin. 16 sal in jî tu kes nizane hestiyên her du qehremanan li ku ne."
'HER SALA KU DIÇE HÊVIYEN MIN QUT DIBIN'
Denîz, diyar kir ku her tim hêviyek wê ji bo dîtina cenazeyê hevjînê wê hebû û axaftina xwe wiha domand: "Rojekê melayek ji Kerboranê li me geriya û got di sala 2001'ê de leşkeran 2 cenaze anîn wir û li goristana bêkesan dan veşartin. Ew cenaze jî li ser Taniş û Denîz ve diçin. Li ser gotina mela me serî li Dozgeriya Kerboranê da. Me ji dozgeriyê daxwaza vekirina goran kir. 8 salan em li benda vekirina goran man. Li ser daxwaza me gor hatin vekirin û 2 cenaze di nav betaniyekê de pêçayî hatibûn definkirin û hestiyên ji wê gorê derketin şewitî bûn. DNA'ya hestiyan hatin girtin, lê cenazeyê me derneket. Her ku sal derbas dibe hêviyên min qut dibin."
DEWLETA TIRK XWE KER Û LAL DIKE
Denîz bal kişand li ser nedarizandina kujerên hevjînê wê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li Kurdistanê bi hezaran faîlên dewletê hene. Her ku diçe dewlet li bajarên kurdan faîlên zêde dike, zarokên vî gelî dikuje. Bi salan em daxwaza darizandina kujerên zarokên xwe dikin. Dewleta tirk li hemberî vê daxwazê xwe ker û lal dike. Lê bila baş bizanibin ku em dizanin kujerên zarokên kurdan kî ne û li ku ne. Ji ber vê yekê jî em ê heya demleyek xwîna xwe pirsa darizandina kujerên zarok û hevjînê xwe bikin."
'GENERAL LEVENT ERSOZ KURÊ MIN KUŞT'
Bavê Serdar Taniş, Şuaip Taniş jî da zanîn ku ji bo ew li aqûbeta kurê xwe bizane serî hemû saziyên dewletê daye, lê wî di nava 16 salan de tu encam bi dest nexistiye. Taniş got, dema kurê wî bûye endamê HADEP'ê tu kesî ji ber Levent Ersoz cesaret nedikir ku bêje ez ê serokartiya HADEP'ê bikim. Kurê wî di sala dewleta tirk êrîşên xwe li ser gelê Botanê dijwar kiribûn de endamê partiyê bû û wiha axivî: "Ji bo ku kes xebatên partiyê li herêma Botanê nemeşîne Ersoz her kes bi kuştinê tehdît dikir. Gelek caran Ersoz min û kurê min tehdît kirin. Ersoz dest ji tehdîtên kuştina kurê min berneda û ew windakir."
'EZ DIXWAZIM ROJEKÊ BIÇIM SER GORA KURÊ XWE'
Taniş 16'emîn salvegera kurê xwe bibîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li ser windakirina kurê min ve 16 sal derbas bûn hîn jî rayedarên dewletê kujerê diyar nedarizandiye. Hêviya me ew e ku sed sal jî derbas bibin kujerên Deniz û Taniş werin darizandin. Lê em ê li her derê hesab ji kujerên xwe bixwazin, çima zarokên me kuştin û cenazeyên wan winda kirin. Em dizanin dewletê kuştin, lê bila cihê cenazeyên wan ji me re bibêjin. Ji bo ku rojeke êvara înê ez biçim ser gora kurê xwe."