STENBOL - Hevala xebatê ya Berpirsiyarê Hesabgêriya Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat ê têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin hat girtin, Nûçegîhana BirGunê Zeynep Kuray got, bi girtina Kanaat dixwazin rojnameya BirGunê çavtirsandî bikin.
Di 25'ê Kanûna 2016'an de 6 rojnamger hatibûn binçavkirin û piştî 24 rojên binçavkirinê ji van rojnamgeran Berpirsiyarê Hesabgêriya Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat, Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA'ya hat girtin Omer Çelik û xebatkarê Dikenê yê berê Tunca Ogreten hatibûn girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Ji ber Kanaat agahiyên ku Redhackê parvekirine, ew parvekirinên wî wek sûc hatin hesibandin. Kanaat ê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtindi parêziya xwe de wiha got: "Endamê Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) me. Tu têkilî û eleqeya min bi cemaetê re tune ye. Ne têkiliya min û ne jî ya malbata min bi cemaetê re heye. Ez van sûcan qebûl nakim, ez ne rêveberê rojnameyê, lê redaktorê wê me."
Hevala xebatê ya Kanaat û Nûçegîhana BirGunê Zeynep Kuray a 10 sal e ew û Kanaat bi hev re dixebitin got, bi girtina Kanaat dixwazin rojnameya BirGunê çavtirsandî bikin. Kuray wiha anî ziman: "Peyam ev e, 'lê binihêr ez îro hesabgêrê te digirim, ez ê sibêjî we hemûyan bigirim.'"
‘EZ PÊWENDIYA KU BI RÊXISTINAN RE DATÎNIN FAM NAKIM'
Kuray got, Kanaat ne rojnamger, hesabgêrê rojnameya BirGunê ye û li dijî girtina Kanaat a bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" bertek nîşan da û wiha domand: "Çi eleqe heye yanî? Dixwazî sûcî atfî BirGunê bikî. Dixwazî nêzî wê bibî û açvtirsandî bikî. Di Twitterê de parvekirin kiribû, ji ber vê bi ser wî de çûn. Tiştekî wisa tewşomewşo dibe? Ev 10 sal e wî nas dikim. Bi sala ye hesêbgêriya rojnameyê dike. Mirovekî sosyalîst e, dixwazin pêwendiyê bi rêxistinan re deynîn, ez vê fam nakim. xwedî kesayetiyeke dirust e, navbera wî û xebatkaran baş e. Yekî sempatîk û rûken e. Nû zarokeke wî çêbûbû."
‘CEZAYÊ HAT DAYÎN DIXWAZIN BI AWAYEKÎ GIŞTÎ BIDIN'
Kuray diyar kir ku, cezayê hatiey dayîn dixwazin bi awayekî giştî bidin û got, ya tê xwestin jî rojnamgeriyeke ku divê lêpirsînê neke. Kuray anî ziman ku, parvekirina agahiyên ku Redhackê weşandina wek sûc hesibdana wan, hinceteke vikî vala ye û balê kişand ser belegyên Wikileaksê yên dema hatin weşandin ku li cîhanê bûn cihê bertekan û got, ew rojnamgerên ew belge weşandin rastî tu çewisandin û lêpirsînan nehatin. Kuray wiha domand: "Dema em li cîhanê dinihêrin, wê demê divê hemû rojnamgerên Wikileaksê çêkirin bên krîmînalîzekirin. Yên li vir hatin tawanbarkirin ma rojnamger bûn? Li cîhanê mînakeke wisa heye? Na. Karê rojnamger, rojnamgerî ye. Radigîhen, lêkolîn dike."
‘EM LI HEMBERÎ GEL BERPIRSIYAR IN'
Kuray herî dawî got, çi dibe bila bibe dê rojnamger bêdeng nemînin û wiha domand: "Omer hevalê min ê girtîgehê ye, em ji KCK'ê bi hevdu re hatin girtin. Mahir hesêbgêrê rojnameya ez lê dixebitim. Tunca jî hevalekî me yê rojnamger ê ku li qadê dixebite. Dema tu wisa li vê dinihêrî, ji xwe tu wêneyê mezin dibînî. Çima bi ser van hevalên me de çûn? Em ê bêdeng nemînin, em ê karê xwe bikin. Berpirsiyariya me tenê ne li hemberî rojname û ajansên em lê dixebitin, li hemberî gel jî heye."