Nebêjin tenê gir e!

MÊRDÎN - Girê Heşeriyê yê li navçeya Qoserê navê xwe daye taxa Heşeriyê ji bo ku mirov li derûdorê temaşe bike ciheke girîng be jî der barê dîroka wî de rîwayetên tên vegotin balê dikişîne.

Taxa Heşeriyê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê navê xwe ji girê li taxê ye digire.Li ser gir mirov dikare derûdorê bi rehetî bibîne. Ligel ku dur e jî dema newa xweş be Mêrdîn jî tê dîtin. Gora ku li ser gir e û gel wekî tirbe bi nav dikin, alekî kesk li ser e jî yek ji cihê ku welatî tên serdanê ye. Çîroka girê ku goristana taxê li wir e û welatî derdikevin wir derûdorê temaşe dikin piş balkêş e.

DU ÇÎROKÊN BALKÊŞ

Der barê çîroka gir de welatiyên li taxê dijîn du riwayetan bi taybetî vedibêjin. Yek ji wan ew e ku li gundên derûdorê jî girên bi vî renî bi destên mirovan ve hatiye çêkirin. Li gorî vî vegotinê herêma ku deşt e ji bo ku bi gundên derûdorê re bikarebe têkîliyan dayne û temaşe bikin bi koleyan ax dane kişandin û girekî bi vî rengî hate çêkirin. Li gundên derûdorê jî hebûna girên bi vî rengî ji kesên ku vî çîrokê diparêzin dibe delîlek.

HETA NIHA KU KOLANDINÊN ERKEOLOJÎK NEHATIYE KIRIN

Çîrokekî din jî ew e ku tê gotin li vir berê gorên abîde û tunel hebûn û wekî qadekî jiyanê hatiye înşakirin. Li dora gir kolandinên ku hatine kirin de hin cihên wekî tunelan ji aliyê welatiyan ve tê dîtin. Lê ligel ku agahî hat dayîn jî Fermandariya Cendirmeyan jibilî sergirtina tunelan tişten nekir.

Dîsa li ser gir ji ber hezanan gelek îskelet derketin holê lê welatî dibêjin ku ji bo vê yekê jî tiştek nehatiye kirin. Li herêmê heta niha kolandinekî arkeolojîk jî nehati kirin û tunel û hestiyên hatine dîtin aydî kîjan demê ye nehatiye lêkolînkirin, derneketiye holê.

ÎDIAYA DEFÎNE HATIYE DÎTIN


Ji aliyê rayedaran ve der barê paşeroja gir de kolandin nehatibe kirin jî gundiyan li herêmê gelek kolandin kirine. Encamên kolandinan tam neyê zanîn jî li gund gotegotên wekî gelek kesan defîne û demên borî tişt hatine dîtin belav bûne û tên vegotin.

CIHÊ TEMAŞEKIRINÊ

Girê Heşeriyê girekî ku ji aliyê koleyan ve ji bo ragihandin hatiye çêkirin an gorekî abîde ya di nava demê de di bin axê de maye ev yek nayê zanîn lê ji bo welatiyan bûye wekî rawestgehekî. Bi taybetî jî di hewayên wekî "bihara pêşîn" welatî tên vê derê û li ser gir derûdorê temaşe dikin.

Dîcle Muftuoğgu - dîhaber