NAVENDA NÛÇEYAN - Weşana "ozguruz.org" ku Rojnameger Can Dundar ê Gerînendeya Weşana Giştî dike, dest bi weşanê kir.
Rojnameger û Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê ya Cumhuriyetê Can Durdar ku demek e li Almanya dijî, li ser înternetê bi zimanê Tirkî û Almanî dest bi weşana malpera ozguruz.org kir. Weşanê di 14'ê Çile roja salvegera kuştina Rojnameger Ugur Mumcu de dest pê kir. Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera ozguruz.org Can Dundar, di hesabê twitterê de tevî rojnameger Hayko Bagdat wêneyek parve kir û wiha got: “Em di nava kelecanê de ne. Em malpera xwe ya nû di 24'ê Çile de dixin weşanê. Ji bo me û mirovahiyê gavek mezi ne. Em bi vî rengi 24 Çile û Ugur Mumcu bibîr tînin û wî didin jiyand8in. #özgürüz http://ozguruz.org Facebook: Em azadin me temaşe bikin."
Can Dundar bi nivîsa sernavê "Em ji bo mafê gel ê zanîn û agahdarkirinê ketin rê" nivîsand û wiha got: "Ji bo rastiya ku tê sansurkirin, ji gel tê veşartin û tê qedexekirin em bi gel re parve bikin û bidin xuyakirin, Ji bo agahiyên hatine berovajîkirin û şaş tên nîşandan emê rast, okjektif, bi biryar û cesaret bidin nîşandan û parve bikin. "