AMED - Siyasetmedar Mazhar Ozturk ku di operasyona li navenda Amedê de beriya 25 rojan bi 4 kesan re hatibû binçavkirin, hat girtin.
Li Amed, Riha û Antalyayê 30’ê Kanûnê di serdegirtina malan de endamê MYK’ê yê DBP’ê Salîh Akdogan, endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Bayram Altun, endamê PM’ê yê DBP’ê yê bere Ercan Akyol, siyasetmedar Mazhar Ozturk û rojnameger Hasan Alma, hatibûn binçavkirin û duh ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê yê Nobedar îfadeya wan girt û siyasetmedar Mazhar Ozturk bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.