Ji bo e-maîlên Wezîr Albayrak deşîfre nebin lêpirsîn guhertin

STENBOL - Parêzerê Rojnameger Omer Çelîk ê ji lêpirsîna şopandina maîlên Wezîr Berat Albayrak hat girtin, Prz. Ozcan Kiliç, diyar kir ku li midûriyeta polîsan cuda pirs hatin pirsîn û li dozgeriyê cuda pirs hatin pirsîn. Kiliç, anî ziman ku dozger ji bo dadgeh ji wî e-maîlên Berat Albayrak nexwaze pirs û naveroka lêpirsînê guhert.

Di 18'ê Çile de 6 rojnagerên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 24 rojan di bin çavan de man Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnameger bi hinceta maîlên wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên di Redhackê de hatibûn weşandin parvekirin hatin binçavkirin, lê ji sedemek din hatin girtin. Rojnameger Derya Okatan, Metin Yoksu û Eray Sargin jî serbest hatin berdan. Rojnameger Omer Çelik, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ku şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê ji wir ji sewqî Girtîgeha Tîpa L a Silivriyê kirin. 3 rojnaemger hefteyek e girtî ne. Der barê lêpirsîna li midûriyeta polîsan û lêpirsîna dozgeriyê ya rojnamegeran de agahiyên nû derketin holê.

Derket holê ku rojnameger bi sedema e-maîl'ên wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak şopandine hatin binçavkirin, Lê lêpirsîna li dozgeriyê hat guhertin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Polîsan li miduriyeta polîsan di bin çavan de maîlên Albayrak pirsîn, lê li dozgeriyê pirs hatin guhertin, der barê Wezîr Albayrak de yek pirs jî nehat kirin. Rojnameger bêtir ji nûçeyên xwe û parvekirinên Facebook û Twitterê hatin darizandin.

LÊPIRSÎN LI DOZGERIYÊ HAT GUHERTIN

Parêzerê Rojnameger Çelîk Ozcan Kiliç, anî ziman ku lêpirsîna wan a li midûriyeta polisan cuda bû û li dozgeriyê cuda bû û wiha got: "Dozger û dadger pêdivî dîtin ku li pişt vê lêpirsînê rêxistinekê bi cih bikin. “6 rojnameger hene. Her rojnamegerek ji saziyek cuda ya çapemeniyê û weşanên wan cuda ne. Nerînên wan û nûçeyên wan cuda ne. Di destpêkê de li ser e-maîl'ên Berat Albayrak lêpirsin hat destpêkirin. Heta 20 rojên ewil me wisa zanîbû. Doja ku îfadeya wan bê girtin û em çûn midûriyetê, polîs pisporên ragihandinê bûn.
Dema ez bi wan re axivîm diyar kirin ku lêpirsîn têkildarî maillên Albayrak in."

’12 NÛÇE PIRSÎN '

Kiliç, destnîşan kir ku lêpirsîn li dozgeriyê bi temamî hat guhertin û der barê Wezîr Albayrak de qet pirs nehatine pirsîn. Kiliç, anî ziman ku ji Çelik 12 nûçeyên serdema Kobanê pirsîne û wiha got: "12 nûçeyên Çelîk ê 1.5 sal berê li Kobanê çêkirine û parvekirinên wî yên medyaya civakî pirsîn. Dema min pirsa e-maîlên Wezîr Albayrak heye pirsî, gotin raste heye tenê pirsek dawî der barê Albayrak de bû. Lê di lêpirsînê de der barê Albayrak de tu tişt tune bû.

BI ARMANCA ALBAYRAK BIPARÊZIN LÊPIRSÎN GUHERTIN

Rojnameger ji îdîayên cuda wekî endamtiya PKK, DHKP-C, FETO hatin darizandin û girtin. Lêpirsîna ku bi Albayrak dest pê kir, di 3 pêngavan re derbas kirin. Bi zorê dan girtin. Bi zanebûn gotina "Rêxistinê" lê zêde kirin. Xwestin bikin malê rêxistinan. Bi armanca Albayrak biparêzin lêpirsîn hat guhertin. Rojnameger Çelîk wekî “rojnamegerê militan" hat dîtin. Lê Omer bi nasnameya rojnamegeriyê li kirinên xwe xwedi derket. 10 salin rojnameger e. Heyeta dadgehê di ferqê de bû ku Omer rojnamegeriyek serxwext dike. Ji ber vê yekê binçavkirina wî jî bi awayekî taybet pêk hat. Xwestin pirtûka Murat Karayilan a li malê hat dîtin li girtekê zêde bikin. Ji ber ku Omer li hemberî vê yekê derket rastî lêdanê hat.

Di destpêkê de lêpirsîna der barê e-mailên Albayrak de bû. Lê ji bo heyeta dadgehê ji dozger e-maîlên Albayrak nexwaze naveroka lêpirsînê hat guhertin. Lê em dê vê yekê ji nûve bixwazin. Xwestin e-maîlê Wezîr Albayrak ji rojevê derxin. Lê emê dîsa têixin rojevê.