Careke din li Kobanê me...

KOBANÊ - Piştî 2 salan careke din ez diçime wî bajarê ku ji bilî şewqa guleyan tu ronahiyek lê tune bû. Ew bajarê ku di rojên şerê giran de bi tirs, dem dem me xwe ditewand û dimeşiyan, di navbera kolanên wê de me bi ziqzaq baz dida û bêhna me diçikiya. Xwediyên rastîn yên vî bajarî me pêşwazî dikin. Bi rûkeniya li ser wêneyan, her yek ji wan ku di bihara temenê xwe de bûn, weke stêrkekeberiqî.

Dîrok 7’ê cotmeha 2014. Serokomar Recep Tayyip Erdogan li kampa penaberan a Dîlokê diaxife. Temeniya “Hêvîdar im ev cejna we ya dawî ye ku hûn ê ji welatê xwe dûr pîroz bikin” bi penaberan re parve dike. Di berdewamiyê de jî weke ku mizgîniya desteserkirina Kobanê ji hêla DAIŞ’ê ve bide dibêje, “Kobanê jî niha ket ha ket.”

Dema Serokomar Erdogan ev axaftin dikir; ji Wan Colemêrg, Agirî, Erzerom, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Amed, Riha, Semsûr, Mereş, Çewlîg, Elezîz, Dêrsim, Dîlok, Edene, Îzmîr û Stenbolê bi hezaran kurd û dostên wan jî li bakûrê Kobanê li ser sînor di nobetê de bûn. Di xeta gundên Boydê, Xinêrk, Tilwerdan, Siwêdê, Edmanik, Mehser, Zehwan, Kazika, Merdsimêl, Musik, Qop, Xerebeşk, Elîzêr, Perepere û Oxan de; ji bo hêviya serdestan a ketina Kobanê pêk neyê bi inyad û bawerî zincîra berxwedanê ava kiribûn.

Ligel baran, herî, firtone û icacê jî yek kêliyekê gel sînor neterikand. Weke her rojnamegerekî min jî şahidî ji vê yekê re kir.

Ligel ku her roj me ji nava Kobanê agahî digirtin jî, dîsa ma geşedanên di çeperên berxwedanê de meraq dikir. Heya 8’ê Cotmehê ku navenda nûçeyan bo ez geşedanan li Kobanê bişopînim biryara çûyina min da.
Bi hevalê xwe yê rojnameger Ersîn Çaksû re, di wan rojên dihate gotin ku “Di Kobanê de sivîl qet nemane. 2 hezar endamên PYD’yê mane û ew jî bi DAIŞ’ê re şer dikin. Her dû alî jî terorîst in” em derbasî Kobanê bûn. Di binê gulebarana leşkerên li sînor, di nava herî û teqana di navbera darên fistiqan de, dema me sînor derbas kir, me xwe di nava hemwelatiyên Kobanê terk nekiribûn û nêzî Girê Tilşeir disekinîn de dît.

Dema em ketin bajêr, DAIŞ ewqas motîve bûbû ku hindik mabû Deriyê Sînor ê Murşîtpinar bi dest bixe. Wesayitên xwe yên bombebarkirî heya 500 metre nêzî Deriyê Sînor dianî û diteqand. Bi 13’ê Cotmehê re, êdî şervanên YPG/YPJ’yê derbe li ser derbeyê li DAIŞ’ê dan û gav bi gav, mal bi mal, kolan bi kolan ew bi paş ve vekişiyan. Piştî 134 rojan, di 26’ê çileyê 2015’yan de êdî li şûna alên DAIŞ’ê yên li ser Girê Miştenûr û Kaniya Kurdan, alên YPG/YPJ û kesk û sor û zer diliviyan…

Sal 2017 meha Çile. Piştî 2 salan careke din ber bi Kobanê ve derdikevime rê. Lê ev car ne bi riyên kaçax. Ji Qamişlo di ser Amûdê, Serêkaniyê û Girê Spî ku di wan rojên şerê giran de weke navendeke îkmalê bû ji bo çeteyên DAIŞ’ê re xwe digihîjînim bajêr. Li noqteyên lêgerînê şervanên ereb, piştî ewraqên wesayitê kontrol dikin bi gotinên “Efû, ela re’sî wel eyn”, li noqteyên şervanên kurd hene jî bi gotinên “bibexşînin, ser seran ser çavan” em rêwîtiya xwe didomînin.

Piştî Girê Spî li her gundekî Kobanê şopên berxwedêriyê hene. Dema em digihîjin gundê Serzorî, wêneyê 13 şervanên YPG/YPJ’yê yên di dema êrîşan de li ser bêtêlê xatir ji hevalên xwe xwestibûn û bi berxwedaniyeke mezin jiyana xwe ji dest dabûn me pêşwazî dikin. Di heman guzergahê de dema ji Bênder Xan, ber bi Bexdik ve diçim, Mizgîn Alan (Nefel) a ku bi rûkeniya xwe di mejiyê min û bi milyonan însan de cih girtibû û bi 11 hevalên wê yên di 27’ê sibata 2015’yan de di dema rizgarkirina gundan de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînim.

Piştre ji gundên Xirabnas, Eynbet, Teyri, Til Hacib, Şêran û Helincê, di binê qûntera Miştenur de dikevime Kobanê.

Ew bajarê ku di rojên şerê giran de bi tirs, dem dem me xwe ditewand û dimeşiyan, di navbera kolanên wê de me bi zîqzaq baz dida û bêhna me diçikiya li pêşberî min e û ev car bê tirs di kolanên wê de diçim. Li ser Cadeya 48’an ku di rojên şerê giran de min qet nedîtibû; lê tim min bi berxwedêriyê navê wê dibihîst xwediyên rastîn yê vî bajarî me pêşwazî dikin. Bi rûkeniya li ser wêneyan, her yek ji wan ku di bihara temenê xwe de bûn, weke stêrkekê diberiqin.

Her kesê ku tê bajêr destpêkê li wan kolan, mal, baxçe û li ser her kevirekî bi pey şopa berxwedêrên şopeke zêrîn di dîrokê de hiştin dikevin. Lê gelo kesên bi wêne û dîmenên kişandine ew berxwedêr, di merceka çavê xwe re derbas kiriye û li ser mejiyê xwe neqş kiriye? Ya herî zor ew e.

Mirov nizane dê çi bibine, bi çi tiştî re rû bi rû bimîne. Li her kolaneke ku awirên wan keç û xortan daleqandî mane rastî çi bê…

Heya derengiya şevê bi nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê re sohbet dikim. Pişt re dema dikevime nava livînan, ew rojên ku bi şev xew li herkesî heram bûn têne bîra min û bi fikr û fikar heya serê sibehê wan serpêhatiyan, sohbetan û awiran tînime bîra xwe.

Serê sibehê hevalên em bi hev re ji Qamişlo hatibûn, bo li bajêr bigerin amadekariyan dikin. Dema bang li min dikin ez diricifim û heya êvarê li cihê xwe rûdinim. Ji bo gera bajêr xwe amade hîs nakim. Roja duyemîn careke din bi xwe nikarim. Roja sêyemîn bi gavên hûrik di kolanên cara yekemîn dibînim de, ber bi kolanên me şahidiya şerên giran kiribû ve dimeşim. Her gavek, min hinekî din nêzî wan rojan dike. Hestên min tevlîhev dibin.

Dema ez digihîjim kolanên derdora Mizgefta Mezin, ku di wan rojên giran de her bihûsteke wê bi xwîn û xweydanê hatibû avdan, kezeba min diperite…Xwezî dest nedabana wan şopên lingên xerdik, wan dîwarên destên nazik û nazenîn li ser geriyabûn, wan kunên dîwaran ku di navbera malan de dibûn pirên siratê û xûzmeyên ronahiyê tê re derbas dibûn, nivîs û hêviyên li ser dîwaran, şopên gule û debabeyan, bêhna xwînê, têlên porên neşekirî, şûna nuqteyên xwêdan û rondikan, tasên avê, çaya di qedehan de nîvco mayî, cixareyên yek firt jê hatiye kişandin, nanê weke kevir hişk, namluya helandî, du hevok hestiyariyên ji heskiriyan re hatine nivîsandin…

Xwezî dest nedabana wan dîwarên weke seradê kunkunî, ku awirên çavan li ser geriyabûn, wan perdeyên sorgulî ku di navbera kolanan de hêviyên jiyanê diparastin, her 3 balonên kesk û sor û zer ku li kolana piştî Qada Aştiyê îşareta jiyanê bûn, wan kozikên ji brîketên riziyayî, ku şervanan li pişt jî xwe di ewlehiyê de hîs dikirin, wan mankenên vitrînan ku li koşeyên kolanan dijmin dixapandin.

Dixwazim nas bikim wan kolanên ji şopên berxwedêriyê hatine paqijkirin! Gelo me bi Cudî re li kîja malê çay vexwaribû, me li kîjan malê ew kenê xweş yê Agirî li ser wêne neqş kiribû, me li kîja mala tarî silav li Gelhat kiribû. Bi Bahoz, Metîn, Elî, Nûman, Faraşîn, Avareş û Şîn re li kîjan noqteyê hevpeyvîn kiribû.

Dema li derdora Mizgefta Mezin digerim, mîna kesekî cara yekemîn li van kolanan bigere tevdigerim. Şopên berxwedêriyê paqij kirine! Heyf. Li aliyekî berxwedêrên ji bo çengek ax, ji ciwaniya emrê xwe bûyî, li aliyê din kesên ji metroyek axa xwe nebûyî!

Di wan rojên giran de ew zarok, astengdar û gelê sivîl ku digotin “em bi tu awayî xak, rûmet û zarokên xwe naterikînin”, ew ciwanên li ser banga seferberiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji girtîgehan û leşkeriyê firar kiribûn, ew bav û dayikên zarokên xwe yên çend rojî li pey xwe hiştibûn, ew kesên ku bi salan li xurbetiyê xebitîbûn heya ji xwe re kargehek vekiribûn, ew kesê taximê xwe yê futbolê ku bi qasî amîgotiya wê dikir jê hez dikir li pey xwe hiştibû, ew bavê ku ligel hevjîna wî jê re gotibû “ger tu biçî min û zarokan ji bîr bike” jî, xwe gihandibû hewara Kobanê têne bîra min.

Kurê malê yê bi tene ku digot “Min bihîst serê xwişk û birayên min di belayê de ye û ez hatim”, ew extiyarê ku ligel guhên wî nedibihîstin jî digot “teqez karekî ez jî bikim heye” li ber mala kesên jiyana xwe ji dest didan nobet digirt, ew bavê 6 zarokan ku radihişte çengek ax û digot “mirina me dê li ser vê axê be” û soza xwe pêk anî, ew her 2 xwişkên ku Kobanê neterikandin ji aliyekî ve xwarin amade dikirin, ji aliyekî ve birîndar derman dikirin, ew extiyar û welatiyên ji aliyekî ve şer dikirin ji aliyekî ve jî her pêwistiyên şervanan pêk dianîn, ew şervana bi rûkenî digot; “em ji bo xaka xwe, gelê xwe û rêberê xwe şer dikin. Em ê nekenin dê kê bikene”, ew kalemêrê ku dema digot “li cem min pir ciwan şehîd ketin ji ber wê gotin di qirika min de dieliqin” û digiriya tê bîra min.

Ew şervana Semsûrî ku dema dibihîst li bajarê wê bi dehhezaran welatî, bo Kobanê derketine kolanan rondik dibarand, ew bavê ku piştî kurê wî derbasî Kobanê dibe, bi pey dikeve û dema berxwedêriya şervanan dît, bi kurê xwe re di kozikê de tevlî berxwedanê bû, ew şervanê ku tiliyên wî tune bûn û ew li Kobanê dayika wî jî li sînorê Kobanê di nobedariyê de bû difikirim. Û weke wan bi sedan berxwedêrên din…

Ji bo li cihê weke muzexaneya servekirî hatiye veqetandin bigerim, vedigerime ber Pêkerê Jina Azad ku li her du milên wê tangên îmhakirî hene. Ji wir ber bi Qada Azadiyê ve ku pêkerekî baz ligel şopên guleyan hêj li piya ye dimeşim. Li kêleka pêkerê baz, cihê dê Rifat Horoz (Karker Kobanê)bikirana “Muzexaneya Şehîdan” heye. Hêj jî xeyala Karker li benda pêkanînê ye. Di kolanan de dimeşim, zarok di nava kavilên şer de dileyizin. Li ber her kavilekî li ser tabelayeke spî navê berxwedêran heye. Hin esnafên bajêr jî wêneyên berxwedêran bi dikanên xwe ve daleqandine û dilsoziya xwe bi vî awayî didin der.

Li avahiya 4 qatî ku Ebdusamed Bozan (Ferhad Kobanê) û Ezîz Miho(Dara Ebdî)jiyana xwe lê ji dest dabûn hê jî kozikên şervanan, nivîsên wan yên li ser dîwaran û şopên guleyan hene. Li noqteya ku Rizgar Hesen (Rizgar Zagros)û Basil Dawid (Mezlum Efrîn)lê ketine jî, topa obusê, wesayiteke zirxî ya îmhakirî û hawanên teqiyayî û neteqiyayî şahidiya wan êrîşên giran vedibêjin.

Li kêleka mizgefta ku hatibû ruxandin navê Vahap Guven (Îbrahîm Vahap) li ser tabelayekê ye û bala min dikişine. Vahap ê ku bi seferberiyê hatibû Kobanê û piştî me pê re hevpeyvîn kiribû bi 3 rojan jiyana xwe ji dest dabû. Ew gotinên wî yên di wan rojan de têne bîra min. Wiha digot: “Ez li Derya Reş mezin bûme. Ji Trabzonê hatim. Ev berxwedêrî ne tenê berxwedêriya gelê kurd e berxwedêriya wijdan e.”

Ji wir ber bi avahiya Beyan Hemed (Destina Qendil) û 10 hevalên wê, di encama pevçûneke giran de jiyana xwe ji dest dabûn ve dimeşim. Ew avahiya 4 qat hêj weke xwe ye û li ber derê avahiyê navê her 11 şervanan heye.
Dema ez ji Deriyê Sînor yê Murşîtpinar ber bi Qada Aştiyê (Pêykerê Legleg) ve dimeşim heman nivîsên ser darebeyan yên rojên şer dibînim. Lê li derdora pêkerê leglegê tu şopên şer nemane, dikan hatine avakirin û weke çarşiyeke qet zirar nedîtibe jiyan lê berdewam e!

Ew Kobanêya ku li her kolaneke wê û bihûstek xaka wê xwîn rijiya, weke “Bajarê Şehîdan” di rûpelê dîrokê de cihê xwe girt. Her wêneyekî li ser cadeyan û kolanan jî vê yekê nîşan dide.

Abdurrahman Gok - dîhaber