14 kes li Xerpêtê hatin girtın

XERPÊT - 18 kesên ku Hevserokê HDP'ê yê Xerpêtê jî di navde piştî 17 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 18 kesan 14 kes hatin girtin.

Li Xerpêtê di 6'ê Çile de polîsan bi fermana dozgeriya Komarê bi ser gelek malan de girt û Hevserokê HDP'ê yê Xerpêtê jî di navde 18 kes hatin binçavkirin. 18 kes piştî 17 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 18 kesên sewqî Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin jê 14 kes hatin girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Kesên hatin girtin wiha ne: Hevseroka HDP'ê ya Xerpêtê Ayfer Yilmaz, Reveberê HDP'ê Nihat Akdemir, Hevserokê DBP'ê yê berê yê Xerpêtê Turan Çelîk, Rêveberê HDP'ê Osman Gorguluer, Rêveberê HDP'ê yê Karakoçan/Sarıçanê Yusuf Koç, Bilal Yergin, Fahrettin Bingol, Gulbahar Arslan, Hasan Doner, M. Fatih Ormangoren, Yaşar Mersin, Necmettin Ersoz, Tekin Karadogan û Ayhan Dogan hatin girtin. Kesên bi navê Selahattin Yergin, Medeni Saritag, Murat Baydar û Enes Sari jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.