STENBOL - Doza karkera malê Rukiye Şîmşek ku ji ber ewlehiya kar ne hat girtin jiyana xwe ji dest da, bi hinceta ji bo ji aliyê heyetek pispor ve raporek nû bê amadekirin taloqî 23’yê Gulanê hat kirin.
Doza karkera malê Rukiye Şîmşek ku di sala 2013’yan de li Bostancıya Stenbolê ji paça mala ku paqij dikir ket û jiyana xwe ji dest da li 26’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Anadoluyê ya li Kartalê ye hat dîtin. Parêzera malbata Şîmşek Sevgî Evren û Sendîkaya Karkerên Malê ÎMECE tevlî rûniştina dozê bûn.
Parêzer Sevgî Evren, diyar kir ku beriya niha rapora ku ji aliye pisporên Tendirûstiya Kar û Ewlehiya Kar ve hatiye amadekirin pêşkêşî heyeta dadgehê kitine, divê rapor li ber çavan bê girtin û wiha got: “Parpora kesê heyî biqusure ji ber wê ger biryar bê girtin dê lêkolîna bi kêmasî bibe mijara gotinê. Biryara ku bi paropara kesê heyî bê dayîn dê kêm be û em dixwazin ji nû ve keşif bê kirin û rapor bê amadekirin.”
Heyeta dadgehê biryar da ku ji bo kêmaniyên di navabera rapora heyî ya di dosyayê de û mutalaya kesê heyîn bên derbaskirin, bi armanca îtîraz bên nirxandin, dosya ji bilî kesên heyî ji bo radestî pisporên heyeta ji Ewlehiya Kar bê kirin, rapor bê amadekirin doz taqolî 23’yê Gulanê kir.
Piştî dozê xizmên Şîmşek, parêzer û Sendîkaya Karkerên Malê yên ÎMECE li ber dadgehê hatin cem hev, dirûşmên “Ne qezaya kare cînayeta kare” û “Ji bo Rukiye Şîmşek edalet” berzkirin.