WAN - Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Erdîşê hat dîtin. Demîrtaş, bi riya SEGBÎS'ê parastin kir û diyar kir ku dozgerê der barê wî de îdîaname amade kiriye sûc kiriye û xwest der barê dozger de lêkolîn bê kirin.
1'emîn rûniştina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a ji ber axaftina wî ya li Erdîşê kiribû der barê wî de doz hatibû vekerin û li 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Erdîşê hat dîtin. Parlamenterên HDP'ê, endam û rêveberên HDP u DBP'ê li salonê amade bûn. Demîrtaş, bi riya SEGBİS’ê beşdarî runiştina dozê bû. Demîrtaş, bi SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê parastin kir û got: “Ev îdîanameya pir bê cîddîyet hatiye amadekirin. Ji bo bêjin ‘Ez jî ji Demirtaş re îddîanameyê amade bikin û bila xwêya min jî di vê xwarinê de hebe' hatiye amadekirin. Li vir li dijî min sûc hatiye kirin. Ez dixwazin ev dozger bên lêkolînkirin."
Demîrtaş, diyar kir mafê wê yê parastinê bi vî rengî hatiye îhlalkirin û wiha got: "Heta mafê min ê parastinê neyê nirxandin ez parastin nakim. Ji bilî mafê destnedayînê muesseya bê berpirsiyariyê heye. Dozgerê der barê min de îdîaname amade kiriye bê perpirsiyar tev geriya ye û tu cîddîyeta vê îdîanameyê tune ye. Ev îdîaname ji fezlekeya 7 sal berê hatiye amadekirin hatiye derxistin. Piştî wê demê ez beşdarî gelek mîtîngan bûm. Ez axaftinên xwe yên hemû mîtîngan dizanim. Tu eleqeya vê îdîanameyê û rastiyê bi hev tune ye.
"
Prz. Esra Akgun, jî parastin kir û diyar kir ku muwekilê wê hêj wekîlê gele û Hevserokê 3’emîn partiya Tirkiye ye. Akgun,
Piştî parastinê heyetê rûniştina dozê taloqîe 27'ê Nîsanê kir.
Li aliyê din Rojnameger û nûçegîhanê DİHA yê berê Selman Keleş bi hinceta li salonê bi telefonê dîmen kişand hat binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Erdîşê.