ENQERE - Sazumankarê Komeleya Gundem Çocuk Emrah Kirimsoy, diyar kir ku pergala îstîsmara zayendî rewa dike mêtîngeriya îstîsmara zayendî nabîne û wiha got: "Karê ku em dikin hin kes aciz kirine ku xebatên me hatin astengkirin û komele hat girtin. Dibe ku têkildarî vê mijarê be jî.
Wezîrê Karên Hundir der barê 370 komeleyan de biryara girtinê da. Piştî biryara girtinê komele yek bi yek hat girtin. Di nava van komeleyan de Komeleya Gundem Çovuk jî hat girtin. Komeleya Gundem Çocuk ku hemû mafên zarokan ên wekhevî, azadî, rûmet, perwerde, tenduristî û mafên bingehîn diparast ji ber xebatan hat girtin. Sazumankarê Komeleya Gundem Çocuk Emrah Kirimsoy, bertek nîşanî girtina komeleyê û pergala îstîsmara zayendî da. Kirimsoy, anî ziman ku zewaca zarokan îhlala sereke ya mafên zarokan e û wiha got: "Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe divê rê li pêş zewaca zarokan bê girtin. Divê hemû pêşniyarname û pêşnûmeyên ku rê li pêş zewaca zaroan vedike bên redkirin. Rayedar di daxuyaniyên xwe de dibêjin "Li holê tecavuz tune" û "Riza biçûkan" bi van gotinan îstîsmarê rewa didin nîşandan. Dixwazin bi vê pêşnûmeyê tenê mijarê li ser "navend faîl" bi sînon bikin. Ev pêşnûma nîşan dide ku qîmet nade zarokan. Tu kes mêtîngeriya îstîsmara zayendî ya zarokên xwe nafikire"
XEBATÊN ME HIN KES ACIZ KIRIN
Kirimsoy, anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe ya li dijî zewaca zarokantiyê berdewam bikin û wiha anî ziman: "Xebatên me hin kes aciz kirin. Ji ber vê yekê komeleya me hat girtin û hat astengkirin. Wezareta Polîtikayên Civaki û Malbatê dixwaze bi vî formulî rê li pêş zewaca zarokan veke. Ev me pir dide fikirandin. Ger ku ev bê dîtin û rê li pêş zewacê veke pirsgirêkek mezin e. Divê hemû zewacên zarokan û zewaca bi zorê rê li pêş wê bê girtin. Ji ber ku xebatên me hikûmet aciz kir rê li pêş xebatên me hatin girtin û komeleya me hat girtin. Lê em dê parastina mafên zarokan berdewam bikin."