Teşkîlata navçeyeke din jî ji MHP'ê îstifa kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Teşkîlata MHP'ê ya Akdagmadeni ya Yozgatê ku wek keleha MHP'ê dihat zanîn jî îstifa kir. Teşkîlata MHP'ê ya Navçeyê bi awayekî giştî îstifa kir.

Li Yozgatê, Teşkîlata Navçeya Akdagmadeni ya MHP'ê li dijî pêşniyara Qanûna Bingehîn a nû derket û piştevaniya xwe ya ji bo Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyê yê berê Atilla Kaya yê ji Alîgiriya Serokatiya Giştî ya MHP'ê îstifa kir kirin û wiha ragihandin: "Em ê li gel dijminên Ulkuyan cih negirin."

Her wiha Serokê MHP'a Îlkadim a Samsûnê Parêzer Ali Korkmaz jî daxuyand ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na". Di hesabê xwe yê Facebookê de ev nivîs parve kir: "Meclîsa Serbixwe. Serokwezîrtiyeke Hêzdar. Pêdiviya me bi vê heye."