'Em li dijî operasyonê ne'

MELETÎ - Bavê leşkerê bi navê Semîh Ozbey ê ku li Dersimê ji aliyê PKK'iyan ve hatiye ragirtin ê Serokê Lijneya Rêveber a Barsoya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey diyar kir ku hemû kesên ku wan dibînin ji bo wan "sebrê" dixwazin" lê 14 meh in tu gav nehatiye avêtin. Ozbey li dijî operasyonekî li hemberî Qendîl û Zapê bê lidarxistin derdikeve.

Li herêmê şer bi hemû dijwarbûna xwe ve didome. Nêzî 30 leşker, polîs û cerdevanên ku ji aliyê PKK'ê ve hatine ragirtin jî hatine jibîrkirin. Rayedarên dewletê der barê mijarê de bêdengiya xwe diparêzin, li aliyê din jî sekna malbatan a bi fikar jî didome.

Malbata leşkerê bi navê Semîh Ozbey ê ku li navçeya Pilemûriyê ya Dersimê di 17'ê îlona 2015'an de li sed rişa Erzînganê hate ragirtin jî heman fikaran dijî. Ozbey ê ku dîmenên wî ji aliyê PKK'ê ve hate weşandin wiha gotibû: "Bila aştî li hemû cihanê pêk bê. Ez dixwazim sala nû bila bi aştiyê ve bê." Serokê Lijneya Rêveber a Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Gursel Ozbey ê kurê xwe herî dawî di dîmenan de dîtibû diyar kir ku ji Serokomar heta Serokwezîr hemû rayedarên dewletê ji wan re gotina "bisebir in" "em eleqedar dibin" bi kar anîne lê heta niha ligel ku 14 meh derbas bûye jî encama gotinê nehatiye.

Ozbay destnîşan kir ku ji serokwekîlên komên partiyan ên li meclîsê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û heta rêxistinên civakî yên sivîl serî li gelek cihan dane û wiha berdewam kir: "Em wekî malbat her roj êşê dikişînin û êdî hêza me nemaye."

'Em li dijî operasyonekî pêk bê e'

Ozbey bilêv kir ku di demên dawî de gotinên ku dê li dijî Qendîl û Zapê operasyon dê bêk bê tê kirin ev yek fikarên wan zêdetir dike û wiha axivî: "Em çareseriyê dixwazin. Ev cihan têra hemû kesan dike. Bila mafên demokratîk ên hemû kesan bê dayîn. Bila êdî dayik negirîn. Pêdiviya vî welatî bi aştî û aramiyê heye. Ez naxwazim Dewleta Komara Tirkiyeyê jiyan û ewlehiya zarokên me bavêje xetereyê, ez razî nînim. Heke tiştekî wisa bikin ez ê hem li vî cihanê hem jî li axîretê dozdar bim."

'BILA XWE BIKIN ŞÛNA ME'

Ozbey ji rayedaran xwest empatiyê bikin û wiha got: "Dema ku ew ji zarokên xwe saetekî agahî nagirin çiqas mereq dikin. Em jî ji ber ku 14 meh in ji zarokê xwe agahî nagirin, bi faker in. Li gorî vê yekê dixazim ku empatiyê bikin, xwe bixin şûna me."

'EZ Ê NEŞÎNIM LEŞKERIYÊ'

Ozbey hem bang li rêxistinê hem jî dewletê kir û xwest zarokên wan bi saxî teslîmî malbatan bikin. Ozbey herî dawî wiha got: "Em bizanibim ku zarokên me sax in, gazî me bikin em bên bibînin. Piştî ku kurê min bê berdan ez ê tu caran nehêlim leşkeriyê bike. Ji ber ku kurê min leşker bû ev hatiye serê wî. Bila zarokê min bê, jiyanekî nû ava bike û karê xwe bike."

Mehmet Guleç - dihaber