AMED - Du endamên HDP’ê yên ji bo beşdarbûna meşa ku di Çile de li Amedê ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bê lidarxistin bibin, belavok belav kirin rastî 10 meh cezayê girtîgehê hatin.
Ji endamên HDP’ê M.K. û L.U yên ku ji bo peşdarbûna meşa ku dê meha Çileyê li Amedê ji bo 3 jinên kurd ên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin dê bi pêşengiya KJA’yê bê lidarxistin, belavok belavkirine bi hinceta “endamên rêxistinê ne û bi hevre bi zanebûn alîkarî dane rêxistinê û belavok belavkirine” 10 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.
Li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di danişîna bersûcê ku serbest dihatin darizandin û tevlî nebûn, parêzerên wan tevlî bûn de, dozgeriyê mutalaya bingehîn a derbarê dozê de da û diyar kir ku bersûcan “daxuyaniya bangê ya ku propagandaya rêxistinê dike” belavkirine û da zanîn ku “propagandaya rêxistinê” kirine.
Parêzer Metîn Gun kul i dijî mutalaya dozger parastin kir wiha got: “Din nivîsa bersivê ya ji HDP’ê hatiye de, ji aliyê navendê ve hatiye amadekirin. Muwekîlên min endamên vê partiyê ne. Bi qanûnî û di çarçoveyên siyaseta qanûnî de hatiye amedekirin û ji bo bê belavkirin ji muwekîlên min re hatine şandin. Ev xistina nava sûcê propagandayê tê wateya pêşî li siyaseta qanûnî tê girtin. Hêj muwekîlên min belavok belav ne kiribûn hatin binçavkirin. Dema ev hemû bên nirxandin tê dîtîn ne pravakasyon şermezarkirina êrîşê ye. Ez daxwaza berata muwekîlên xwe dikim.”
Heteya dadgehê ku biryara xwe aşkera kir, da zanîn siyasetmedaran bi belavkirina belavokan sûcê “propagandaya rêxistinê” kirine û ji enamên HDP’ê M.K. û L.U. re 10 meh cezayê girtîgehê da. Dadgeha ku piştre ceza paşde xistin, biryar da ku ji dema biryarê heta 5 salan ger heman sûcî nekin dê cezayê wan bê rakirin. Parêzerên HDP’iyan dê biryarê bibin temyîzê.