Berdevkê QSD'ê Silo: Dê Reqa bi awayekî azad bê birêvebirin

HESEKÊ - Berdevkê QSD'ê Telal Silo, anî ziman ku gelên Sûriyeyê di bin banê QSD'ê de gihiştine hev û ragihand ku, ew ê ji bo çareserkirina Sûriyeyê gavên hîn mezintir biavêjin. Silo, balê kişand ser operasyona Reqayê û dest nîşan kir ku, bêyî Reqa bi cihekî ve bê girêdan, dê bi awayekî azad bê birêvebirin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo, diyar kir ku pêngava ji bo Reqayê hatiye destpêkirin didome û got, QSD rastî texdîr û eleqeya gelên Sûriyeyê tê. Silo, anî ziman ku gel li dor QSD'ê digihên hev û diyar kir ku, ji bo li Sûriyeyê çareseriyek çêbibe ew ê gavên hîn mezintir biavêjin. Silo, der barê operasyona Reqayê ya didome agahî dan û dest nîşan kir ku, yên li eniyan şer dikin zarokên Reqayyan e.

QSD NÛBÛYÎNÊ AFIRAND

Silo, anî ziman ku avahiya QSD'ê li xakên Sûriyeyê bûye zemînek û ragihand ku gelek nasnameyên cuda yên welat di nav QSD'ê de cih digirin. Silo, anî ziman ku xakên Sûriyeyê zaf ji destê komên îslamî yên radikal kişandiye û wiha axivî: "Ji bilî zilm, êş û komkujiyan tu tiştek nedan mirovan. Ev rewş, li Sûriyeyê hîn bêtir bû sedema êş û pirsgirêkan. Çi pêşnûma berpêşî gel kiribin, ji bilî qetlîamê tu tiştek neanî ne. Ji ber vê êdî gelê Sûriyeyê jî baweriya xwe bi van avayiyan nayîne. Li nêvengke ku karibe bêhnê wergire, bijî digere. Va ye, QSD vê pêk tîne. QSD, tenê di warê leşkerî de geşedanan nade der, di heman demê de di qada siyasî de jî rê li ber gelek geşedanan vekir."

EM BER BI REQAYÊ VE DIÇIN

Silo, dest nîşan kir ku ji bo QSD ji komkujî û êşan rawestîne di serî de Hol, Şedad, Sirrîn, Minbic û gelek cihên din azad kiriye û diyar kir ku, ev dever ji aliyê hêzên herêmî ve jî rastî piştevaniyeke mezin hatin. Silo, diyar kir ku, ji bo ew çareseriyê bînin xakên Sûriyeyê, amadekariya avêtina gavên mezin dikin û der barê operasyona Reqayê de ev agahî dan: "Zêdeyî mehekê ye me dest bi pêngava duyemîn a Xezeba Firatê kiriye. Di çarçoveya operasyonê de me bi sedan gund, mezrik û qadên stratejî rizgar kirin. Me qadeke zêdeyî 3 hezar û 200 kîlometrekareyî azad kir. Nêzî 25 kîlometre ma ji Reqayê re. Hêzên me bi moralekî mezin operasyonê didomînin. Li gor hatiye plankirin tê meşandin. Heta niha tu kêmasî çênebûne. Bi awayekî serkeftî didome."

DÊ REQA BI AWAYEKÎ AZAD BÊ BIRÊVEBIRIN

Silo, diyar kir ku dê Reqa jî bi awyaekî azad bê birêvebirin û got, dê li bajêr hem meclîsa gel hem jî ya leşkerî hebe û dê gelê herêmê bajêr bi rê ve bibin. Silo, dest nîşan kir ku bêyî Reqa girêdayî cihekî be dê bi awayekî azad bê birêvebirin û wiha axivî: "Niha ciwanên li eniyan şer dikin, zarokên Reqayiya ne. Dê gelên xwe û bajarê xwe ji zilma DAIŞ'ê rizgae bikin. Em dixwazin gelê me wan baş vexwîne. Em dixwazin hemû gelên Reqayê li benda me be. Em ê di demeke kurt de bên hawara wan. Em di vê mijarê de ji bo piştevaniyê bangî her kesî dikin."

Nazim Daştan-Dîhaber