MÊRDÎN - Li Nisêbîn a ku li taxên wê bi piranî rûxandina avahiyan temam bûye, tê diyarkirin ku dê ji dêvla mal û heqê avahiyên welatiyan ên hatine rûxandin, di çarçoveya projeya tê plankirin de ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve daîre bên dayîn.
Li Nisêbîna Mêrdînê, ji 14'ê Adara 2016'an ve heta niha hawirdora taxên Kanîka, Kişla, Abdulkadîr Paşa, Yenîşehîr, Dîcle û Firatê bi rêlên rêsayî hatiye dorpêçkirin. Li taxên ku bi piranî rûxandina avahiyan temambûye, tenê li taxên Firat û Dîcleyê çend mal mane. Her çi qas ji aliyê rayedaran ve tu daxuyaniyeke fermî nehatibe dayîn jî, tê payîn ku dê di rojên pêş de ev avahî jî bên rûxandin û her wiha li taxan xebatên kepçeyan didomin.
GERÎNENDETIYÊN HERÊMÎ JI DEWRÊ HATINE DERXISTIN
Piştî rûxandina avahiyan, tê payîn ku dê projeya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê ve hatiye amadekirin dest pê bike. Li gor vê projeya ku di meha Kanûnê de ji aliyê wezaretê ve hat daxuyandin û hat gotin "Em ê Nisêbînê îhya bikin", li van taxên ku berê malên mustaqil lê hebûn tê plankirin ku dê avahiyên 3-4 qatî bên lêkirin. Dîsa di çarçoveya projeyê de tê diyarkirin ku dê malên wek vîllayan bên çêkirin û dê ev avahî li derî bajêr bin, lê heta niha nehatiye diyarkirin ku dê ev avahî li kuderê bajêr bên çêkirin. Roja pêşnûma hatibû daxuyandin, hatibû diyarkirin ku ya dê arazî an jî ji dêvla bedêla xaniyên welatiyan daîre bên dayîn. Lê belê, ya di demên dawî de ji wezaretê ji bo herêmê hat ragihandin ew e ku, dê ne pereyê nakît ne jî erse bidin kesî. Wezaret hemû biryar li navendê wergirtin û bi vî awayî hemû gerînendetiyên herêmê ji dewrê derxist.
JI BO DAÎREYAN TENGASIYA RUHSAT Û TAPOYÊ HEYE
Dê bereka vê biryarê de, tê diyarkirin ku dê beramberiya tapû an jî ruhsatên avahiyan, daîreyan bidin welatiyan. Lê belê di vê xalê de hin pirgirêk xwe didin der. Her çi qas ji aliyê şîrketên sîgortayî ve ji bo her daîreyekê 80 hezar TL bedêl hatibe nîşandan jî, tê diyarkirin ku wezaret li gor vê reqemê tevnagere.
DÊ WELATÎ BIBIN DEYNDARÊ DEWLETÊ
Dema daîre bên dayîn jî dê ji bo her daîreyeke ku buhayê wê yê raîşê 80 hezar TL ye, dê wezaret daîreyên bên çêkirin di navbera 100-140 hezar TL'yî de bedêlekê bixwaze. Yanî dê welatî bibin deyndarê dewletê.
HEKE WELATÎ NEXWAZIN DÊ PROJE PÊK NEYÊ
Welatî têkildarî pêşnûmayê diyar dikin ku, ya muhîm ew e ku dê piştî vê merhaleyê dest pê bike û wiha dibêjin: Heke gel projeyê nexwaze, dê projeya pêk neyê."
Her wiha wezaretê di vê demê de şîrketên sîgortayê jî ji dewrê derxist. Piştî xebata tespîtê, hat diyarkirin ku divê bedêla avahiyên welatiyan di demeke kin de bê dayîn, lê wezaretê vê rewşê asteng kir.