Ji hevjîna Xaziyê Qibrisê bertek: Bila nasnameya kurê min bidin bes e

STENBOL - Hevjîna Xaziyê Qibrisê, Gurece Guzede ya li Tarlabaşiyê di maleke yekodeyî de di biniya sînorê birçîbûnê de dijî got, rewşa wan "şerma" Tirkiyeyê nîşan dide.

Gurece Guzede, hevjîna Xaziyê Qibrisê Suleyman Guzede, tevî kurekî xwe li Taxa Tarlabaşi ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, li jêrzemîna avahiyekê de di odeyekê de dijî. Kurê Guzedeyê bi berhevkirina kaxezan debara xwe û dayika xwe dike. Rewşa Guzede yê nîşan dide ku, li Tirkiyeyê bi milyonan mirov di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn. Guzede, di vê sar û seqemiya zivistanê de, li mala xwe ya ji odeyekê pêk tê dijî, odeya xwe metbax, eywana rûniştinê û odeya razanê bi kar tîne.

Beriya çend salan hevjînê Guzedeyê, Xaziyê Qibrisê Suleyman Guzede jiyana xwe ji dest daye. Guzede, ji ber terkî çarenûsa xwe hatine kirin li dijî rayedarên dewlet û hikûmetê bi bertek e.

'ŞAREDARÎ ME EWARE DIKE'

Guzede, dest nîşan kir ku kurê wê bermayiyên xwarinan li ser çopê berhev dike û ew wisa dijîn. Guzede wiha domand: "Em xwarinên ji çopê berhev dikin dixwin. Heke ne ji wan xwarinan be em birçî ne. Kurê min çopvaniyê dike. Çopan li hev dixe, kes alîkariya me nake." Guzede, got divê dewlet demildest hay ji rewşa wan çêbibe û wiha axivî: "Ez hevjîna xaziyekî me, lê nanekî min ê bixwim tune ye. Sarinca min vala ye. Kurê min li min dinihêre. Ew jî ji lingê xwe diêşe, nikare karekî bike. Gule li lingê wî ket, gule di lingê wî de ma." Guzede, ragihand ku ew 400 lîreyî heqê kirêya odeyekê didin û wiha axivî: "Dem heye pereyê me tune ye û xwediyê xanî bi ser me de diqîre. Kes alîkariyê nake. Serokê Şaredariya Beyogluyê hat, got 'ez ê alîkariya te bikim, qerta marketê bidim te.' Fotokopiya nasnameya min kêşa, ne qert hat ne jî tiştekî din. Şaredarî jî wiha me eware dike."

Guzede, anî ziman ku ji ber ji lingê xwe diêşe nikare derkeve derve û wiha diyar kir: "Wek zarokeke nû çêbûbe bi çaplîkan dimeşim. Nikarim derkevim kuçeyê. Em jî zarokên vê Tirkiyeyê ne, hevjînê min di bin wê alayê de xwîna xwe rijand, çima ev dewlet nasnameya kurê gaziyekî nadê? Kurê min dizî nekir, heb nefirotin, tiştekî xerab nekir. Min serî li her derî da, ji min re gotin bila 2 meh şûnde kurê te were serî li dozgeriyê bide û rahêle nasnameya xwe, lê wernegirt."

'BILA NASNAMEYA KURÊ MIN BIDIN TIŞTEKÎ DIN NAXWAZIM'

Guzede, balê kişand ser rewşa penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê û wiha ragihand: "Kesên tiştên wiha li mirovên Tirkiyeyê dikin, dê çawa li mirovên Sûriyeyî binerin. Rewşa me wiha ye, lê dê rewşa kesên ji Sûriyeyê hatine dê çawa be. Sobeya min şikandî ye, êzingên me jî tune ne, kincekî li xwe bikim jî tune ye. Diricifim. Ez xwarina 4 roj berê dixwim. Bila alîkariya min bikin, bila nasnameya kurê min bidinê. Wekî din ji dewletê tiştekî naxwazim."

Li gel zor û zehmetiyên jiyanê, Guzede balê kişand ser zordariyên şaredariyê jî û wiha axivî: "Dema kurê min kaxezan berhev dike, xebatkarên şaredariyê dest datînin ser ereboka kurê min. Şidetê disepînin, erebokên wan ji wan distînin."

Ugur Atabay - Dîhaber