ÎZMÎR - Li Îzmîrê, mamosteyê bi navê Şevket G. (61) ê 3 xwendekarên xwe yên berastengê zihnî îstismar kir, der barê wî de îdianame hat amadekirin û ji 22 sal û nîvan heta 45 salan cezayê girtîgehê cezakirina wî hat xwestin.
Li Bornovaya Îzmîrê, mamosteyê bi navê Şevket G. ê li Navenda Perwerdehiya Taybet a Korfezê diket dersa Baxçevaniyê, xwendekarên berasteng ên bi navvê E.Y., B.K., T.Ç. rastî îstismara wî ya zayendî hatibûn. Piştî xwendekaran îstismara zayendî ji mamosteyê xwe yê bi navê H. re gotin, bûyer derketibû holê. Di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê Mustafa Çigdem ve der barê Şevket G. de îdianame hat amadekirin û îdianame ji aliyê 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê ve hat qebûlkirin.
45 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ HAT XWESTIN
Di îdianameyê de, der barê Şevket G. ê girtî de bi tawanbariya "Li dijî kesê/a ku bi awayekî benedî yan jî ruhî ve nikare xwe biparêze" û "Bi awayekî nebaş birêvebirina peywira xwe ya cemaweriyê, wesayet û xizmetê" ji 22 sal û nîvan heta 45 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
'TIM GEF LI ME DIXWARIN!'
Di îdianameyê de îfadeya T.Ç. ya rastî sîtismarê hat cih girt û T.Ç. di îfadeya xwe de wiha got: "Mamoste zaf ditirsim, em biçin cihekî din û bila kes me nebihîse" û li ser vê çûne odeya mamosteyan. T.Ç. anî ziman ku, mamosteyê îstismarkar tim destê xwe li bedena wan digerand û tim gotinên bi naveroka xwe zayendî ji bo wan bi kar dianî. Di îdianameyê de derûnas B.D. dest nîşan kir ku, T.Ç. jê re heman tişt beyan kirine.
‘EZ Ê WE BI MIŞKAN BIDIM XWARIN'
T.Ç. diyar kir ku, ji bo ew ji kesî re nebêjin tim gef li wan dihat xwarin û wiha got: "Tim ji me re digot, 'eger hûn ji kesî re tiştekî bibêjin ez ê we daxînim jêrzemînê û bi mişkan bidim xwarin.'"
Dê yekemîn rûniştina dozê di 3'yê Adara 2017'an de li 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê bê dîtin.