ENQERE - Semîh Ozakça yê ku bi KHK’ê hat îxraçkirin û ev 65 roje li ser Kolana Yukselê çalakiya rûniştinê pêk tîne da zanîn ku ew çalakiyên greva birçîbûnê, kon û yên din nîqaş dikin û wiha got: “Em di referandumê de bejin ‘Na’ dê bêçareserî û krîza îktîdara kûrtir bibe.”
Akademisyen Semîh Ozakça ku bi biryarnameya KHK’ê hat îxraçkirin ligel Nuriye Gulmen ev 65 rojin li ser Kolana Yukselê li ber Abîdeya Mafê Mirovan bi daxwaza “ez kare xwe dixwazim” çalakiya rûniştinê pêk tînin. Di roja 65’emîn a çalakiyê de Semîh Ozakça ji dîhaberê re axivî. Ozakça, diyar kir ku berxwedan mirovan birûmet dike, divê ew li cihekê û di hawirdora hevpar de kom bibin û ev bingeh bingeha berxwedanê ye û bang li hemû kedkaran kir ku piştgiriyê bidin wan.
‘BÊDENGBÛNA TÊ JIYÎN MIN NERIHET DIKE’
Ozakça, da zanîn ku ew li Şermexa Mêrdînê mamoste bûn bi hevjîna xwe re di 9’ê Îlonê de bi KHK’ê ji kar hatine derxistin û wiha got: “Piştî em hatin dûrxistin em li bende bûn ku sendika bikevin nava tevgerê lê her ku diçe bêdengiyek hebû û ev bêdengî min nerihet dike. Çalakiyên bi bandor ne hatin kirin. Min her tim ji xwe re digot ez çi bikim û min xwest li dijî helwesta hikûmetê tiştekî bikim. Li Eskîheşîrê em bi Nuriye Gulmen re hatin cemn hev û me bi hevre biryara destpêkirina çalakiyê da. Piştî ez hatim îxraçkirin, di roja 12’emîn a çalakiya Gulmenê de ez çûm Enqereyê û tevlî çalakiyê bûm.”
Ozakça, bi lêv kir ku dema çalakiya rûniştê ya wan didomiya gelek caran rastî êrîş û şîdeta polîsan hatin û wiha pêde çû: “Tişta ku me li ser piyan dihêle baweriya me ya bi têkoşînê ye. Ji me re dibêjin ‘emê her tiştî li web ikin lê hûn nikarin tiştekî bikin’ ger em tênekoşin, tişta ku îktîdar dixwaze em ê wê bikin. Îktîdarê tişta xwest kir lê em ê çibikin? Sendîka di vê pêvajoyê de pasif mane. Niha jî me lê binêrin çalakiyên wan tune ne. Ev ne rewşek ku dikare bi wêrekî û tirsê bê şîrovekirine. Ger tu wêrekiya ava bikî wêrekî ger ku tirsê ava bikî tirs derdikeve holê. Li dijî tiştên tên jiyîn civak li ber teqînê ye. Ez di wê baweriyê de me ku dê kedkar wê bertekê nişan bidin.”
‘ÇALAKIYA ME ŞERÊ VÎNÊ YE’
Ozakça, çalakiya ku ew pêk tînin wekî ‘şerê vînê’ bin av kir û wiha domand: “Ev çalakiyek ku tu caran teslîmî vîna polîsan ne bûye. Çalakiyeke ku em bi can û xwîna xwe didin meşandin. Hêjî zextên li ser me didomin. Lê em çalakiya xwe didomînin. Çalakiya me gihiştiye aliuek berfireh hestiyarî ava kiriye. Îktîdar di dema wiha de vala nasekiî û me wekî dijmin îlan kir. Em dihizirin ger ku em çalakiyê bi heman şêweyî bidomînin dê bandora xwe winda bike, ji ber wê divê em çalakiya xwe mezin bikin. Niha fikrên me yên ku em bikevin greva birçîbûnê hene lê beriya em bikevinê em dixwazin hemû riyan biceribînin.”
‘DÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ Û KOMÊ DESTPÊ BIKE’
Ozakça, da xuyakirin ku beriya greva birçîbûnê bidin destpêkirin dê bi vekirina konê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Dê têkoşîna me ya konê destpê bike. Greva birçîbûnê dê piştî wê yan berî wê destpê bike nizanim, tenê tiştek heye ew jî ewe ku dê têkoşîn mezin bibe ye. Ez dixwazim bal bikişînim ser kampanayaya ‘Na’. Welatê me bi faşîzmê tê birêvebirin. Ji bo ev pêkanîn ji holê bên rakirin divê faşizm ji biçe. Ger na derkeve jî dê faşizm êrîşî me bike. Tişta ku em bikin têkoşîna rewa ye. Tiştên ku kirine ji bo bixin qilifekê guhertinên qanûna bingehîn çêkirin. Ev nayê pejirandin. Ez dihizirim ku dê Erê derkeve. Lê bêçareseriya xwe û krîza rêvebirinê heye. Ji vê re ‘Na’ bê gotin dê krîzê kûrtir bike.”