ÊLIH - Mehmet Şîrîn Maltu di 1995'an de bi derbkirinê hate binçavkirin û piştre ji wî agahî nehat girtin. Altun Maltu Bîçîcî ya ku her hefteyê rojên şemiyê li ber Abîdema Mafên Mirovan aqûbeta birayê xwe dipirsî li hemberî qedexeya walîtiyê ya bi hinceta OHAL'ê nerazîbûn nîşanda gotina "Heta bimirim ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim û li qadan bim."
Li herêmê di salên 1990'an de ji ber şer bi hezaran mirov bi zorê hatin windakirin an jî bûn qurbanê "kuştinên kiryarnediyar". Mehmet Şîrîn Maltu jî wekî kurteya bûyerên bi zorê windakirinê yên di salên 90'an. Mehmet Şîrîn Maltu li gundê Zediye ya navçeya Hezo ya Êlihê jiyan dikir. Di 10'ê sibata 1995'an de di serdegirtina leşker, cerdevan û tîmên taybet bi ser mala Maltu de girtin û li ber çavên malbat û gundiyan îşkence li wî kirin. Leşkeran îdia kirin ku Maltu cihê stargehên PKK'ê dizane û xwestin vebêje. Ligel gotina Maltu ya "Bi PKK'ê re tu eleqeya min tuneye, ez cihê wan nizanim" bi îşkenceyê ew birin Qereqola Cendirmeyan a Hezoyê. Wê demê Fermandarê Qeroqala Bekîrhan û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Hezoyê berpirsyarê leşkerên ku ew binçavkirin bû. Dema ku di bin çavan de bû malbatê serî li dozgeriyê da lê dozgeriyê "Maltu nehatiye binavçikirin" da wan. Ji wê rojê heta niha ji aqûbeta Maltu agahî nehatiye wergirtin.
Xwîşka Mehmet Şîrîn Maltu yê bi zorê hate windakirin Altun Maltu Bîçîcî (38) diyar kir ku birayê wê bi îşkenceyê hatiye windakirin û 22 sal in ji wî nikarin agahî bigirin. Biçîcî wiha berdewam kir: "HEta bimirim ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim û li qadan bim."
'KESÊN KU ÎŞKENCE LI WÎ KIRIN JÎ WESTIYAN'
Bîçîcî got ku leşkeran li çavên wan îşkence li birayê wê kirine û wiha axivî: "Leşkerên ku hatin mala me bi hêrs li derî xistin. Ewil bi çekê pencere şikandin. Ger ku me derî venekira dê derî bişikandane. Birayê min derî vekir. Leşkeran pirsa 'Mehmet Şîrîn Maltu tu yî' ji wî kirin. Wî jî bersiva 'erê ez im' da wan, li ser vê yekê 2 leşkeran ji milên birayê min girtin û derxistin derve. Li ber derî îşkence li birayê min kirin. Dengê wan dihat min. Ji bo zarok nebînin bi cîranan re me ew birin odeyekî din. Ewqas îşkence li wî kirin, kesên ku îşkence kirin jî westiyan."
'ME NIKARIBÛ WÊNEYÊN XIZMÊN XWE YÊN WINDA HILGIRIN'
Bîçîcî destnîşan kir ku salên 90'an pir tarî bû û wiha got: "Wê demê me nedikarî wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin jî hilgirin. Mirovan nedikarîn windahiyên xwe ebêjin. Dema ku birayê min hat windakirin me serî li gelek cihan da. Lê 22 sal in me agahiyek negirtiye."
'EM NIZARIN SAX E YAN JÎ MIRÎ YE'
Bîçîcî da zanîn ku birayê wê ji aliyê dewletê ve bi îşkenceyê hatiye windakirin û ev agahî da: "22 sal in min birayê xwe nedîtiye, min ji wî agahiyek negirtiye. Em nizanin ku sax e yan jî mirî ye. Dewletê birayê min bir. Leşkeran birin. Ger ku birayê min hatibe kuştin jî em cenazeyê wî dixwazin."
Bîçîcî li hemberî bi hinceta Rêveberiya Awarte (OHAL) qedexekirina Walîtiya Êlihê ya çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" a ku her hefteyê li ber Abîdeya Mafên Mirovan li dar dixistin nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Her hefte rojên şemiyê em bi xizmên windayan re ji bo ku aqûbeta xizmên xwe bipirsin dihatin cem hev. Hatine me ya cem hev ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin. Tehamul nakin ku em wêneyên xizmên xwe hilgirin û aqûbeta windayên xwe bipirsin. Mehmet tekane birayê min bû. Em ê her tim ji bo aqûbeta birayê xwe bipirsin her tim bên. Em li vir windayên xwe hildigirin û pirsa windayên xwe dikin. heta bimirim ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim. Baran, berf, zivistan ferq nake ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim. Heta bimirim ez ê aqûbeta birayê xwe bipirsim. Li qadan bim."