KOBANÊ -Li her kolanek Kobanê çîrokek berxwedanê heye. Her şêniyekî Kobanê xwedî çîrokek berxedanê ye. Dema di kolanê re derbas dibûm rastî berxwedêrekî Kobanê hatim. Navê wî Berxwedan Kobanê bû. Dema Fermandar Gelhat jiyana xwe ji dest da ew jî birîndar bû. Piştre di şerê li Girê Spî, Tişrîn û Minbicê 5 carên din birîndar bûye. Hêj şopên birînên şer, li ruyê wî, beden û piyê wî nîşaneya şer diparêze. Wekî duh ew roj di bîra wî dene û serpêhatiyê xwe zindî zindî parve dike.
Piştî şerê li Kobanê 2 sal şûnde dîsa li Kobanê me. Dema ez di kolanên Kobanê re dimeşim rastî berxwedêrên Kobanê hatim. Bi tesadufî rastî berxwedêrekî ku berê min ew dinasîn hatim. Berxwedan Kobanê, roja fermandar Gelhat jiyana xwe ji dest da, ew jî wê rojê birîndar bû. Dema Berxwedan Kobanê ji bo dermankirina birînên xwe diçû nexweşxaneyê em rastî hev hatin. Ji serê xwe milê xwe û piyê xwe şopê birînan hebû. Piştî şerê li Kobanê li Girê Spî, Tişrîn, Minbicê disa di şer de cih girt û li vir 5 caran birîndar bû. 3 caran bi giranî bi giştî 6 caran birindar bû. Piştî birîndar bû ji bo dermankirinê hefteyekî destûr girtiye hatiye Kobanê.
HER EW QAL DIKE TÊ BÎRA MIN
Dema ku em rastî hev hatin fam kir ku min ew nas nekiriye. Ji bo ku ew bê bîra min roja berxwedana Kobanê ku em rastî hev hatin wiha vegot: “Tê bîra te maşîneyek me ya doçka hebû. Derb lê ketibû. Ji ber ku cama wê ya pişt girtî bû me bi naylonê girtibû. Her dem em bi wê cama şikestî re mişûl dibûn. Dema te em di wî halî de dîtibûn, te wêneyê me kişandibû û bi mere sohbet kiribû. Piştre çend carên din tu hatibû eniya me ya şer.” Dema Berxwedan qala wan rojên xwe kir, hedî hêdî ew hat bîra min. Piştre em rûniştin û wî dirêj dirêj qala bîranînên xwe kir. Dema qala bîranînê xwe dike kûr diçe û dibêje: “Ez bawerim dema em di dawiya meha cotmehê de bûn ez birîndar bûm. Di heman rojê de 45 deqîqe şûnde hevalê Gelhat şehît ket.”
‘NAVA TREKSÊ WEKÎ DOJEHÊ BÛ’
Berxwedan Kobanê rojên xwe yên şer ku ketibû ber kamerayan wiha tîne bira min: “Ji bo em ji kolanekê derbasî kolana din bibin. Em li trekse (kepçeya bi çelîk hatiye pêçan)suyar bûn. Ji nişka ve treksê derb xwar. Bawer dikim em bi bisifingê derb bûn. Li tenişta min Heval Cemal hebû şehît ket. Siyabend bi giranî birîndar bû.Min ji piye xwe milê xwe û serê xwe perçeyên guleyê şwar. Min ji piylê xwe gelek xwîn winda kir. Heval Siyabend bi giranî birîndar bûbû. Em nikarîbûn ji hundirê Treksê derketibûna. Perdeyê guhê min teqiya bûn. Min tiştek nedibihîst. Her çend dengê cîhanê nedihat min jî min têkilî bi bêtêlê danî û min bi bêtêlê got Heval Cemal şehît bûye. Treks jî hêj dixebitî. Hûndirê wê wekî dojehê bû.Gelek cepxaneya me di hundirê wê de mabû. Min di kulikên wê de ketober der û dor gulebaran kir. Heval Siyabend pir xwîn winda dikir. Piştî hevalan anonsê me bihîstin êrîşên li dijî çeteyan zêdetir kirin. . Heval Gelhat, ji hevalên din re got ‘Hevalên di hundirê treksê de dijîn.Divê teqez em wan rizgar bikin’ Li aliyekî şer dikim li aliyê din agahî didim. Li gel hemû şiyariyê min Heval Siyabend xwe ji treksê avêt derve. Dema ew derket derve wan bisifingek din avêt. Hundirê Treksê bûbû dojeh.
‘SIYABEND ZÊDE XWÎN WINDA KIR Û ŞEHÎD BÛ’
Piştî wî min jî xwe avêt derve û bi zikişkê min xwe gihand malek ku 30-40 metre dûr. Heval
Siyabend heta wir çûbû. Lê min nizanûbû. Ez difikirîm ku ketiye destê dijmin. Min malek didît, lê min ali tev li hev kiribûn. Min nizanîbû kî li pişt mal e. Min xwe gihand hundirê mal. Min got an dê li min bidin û ez dê bimirim, an ez dê xelas bibim. Çawa ku min diwar derbas kir ez ji ser hişê xwe çûb. Piştî hevalan ez girtim gotin wan xwe gîhandiye Siyabend û ew rakirine nexweşxaneyê. Lê hêj Siyabend negihiştibû nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Xwîn windakiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Yê min jî birînên mil û serê min sivik bûn, lê ya piyê min giran bû. Min pir xwîn winda dikir. Yek ji wan perçeyan hêj di serê min de ye.” û perçeyê ketiye bin çerm nîşanî min dide.
‘MIN JI MILÊ SER SEDYÊ NAS KIR KU GELHAT E’
Dema perçeyê li serê wî ketibû nîşanî min da, birîna wî bala min kişand. Dema min got ev birîn di şer de çêbû got na û wiha qala çiroka din kir: “Doktoran gotin bibin Bakur. Lê min xwe da erdê û ez neçûm. Doktor Welat hin perçeyên ku ketibûn bedena min derxistin. Derzî li min xistin û serûm bi min ve girêdan. Ez piştî 40-45 deqîqe şûnde hatim ser hişê xwe.Min dît ku çend heval li ser serê sedyek din kom bûne. Min dît ku milek ber bi jêr ve dirêj bûye. Min ji cil û milê wî fam kir ku ew hevalê li ser sedyê Gelhat e. Piştî me birînda bûbû û li wir şehît ketibû. Min xwest rabim. Lê li tenişta min Şehit Welat hebû. Moralê Şehit Welat gelek xerab bû. Min serûr avêtin aliyekî. Lê doktoran destûr nedağ. Lê disa ez çûm tenişta wî û min temaşe kir. Min dît ku Heval Gelhat e. Rojên dijwar bûn. Şehadata Heval Gelhat ji bom in gelek dijwar bû. Ji ber ku min berê jî ew nas dikir.”
‘BERXWEDÊRÊ KOBANÊ ŞAHAN ÇAVŞİN RAKKA JÎ ŞEHÎT BÛ’
Berxwedan Kobanê wêneyekî ji berxwedana Kobanê nîşani min dide. Di wêneyê ku 24 têde hene 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Yek bi yek navê wan û taybetmendiyên wan ji min re dibêje. Bernxwedan Kobanê wêneyê Şahan Çavşin nîşanî min dide û diyar dike ku di rojên borî de di duyemîn pêngava Rakka de jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam dike: “Ji koma me Mordem, Delil, Serhat, Demhat, Cudî, Gever, Demhat, Agit, Amed, Firat, Zemani û hevalên dîn şehîd bûn. Avareş Marinos piştî me hat. Piştî hat 10 roj şûnde şehît bû. Ez jî li Kobanê, Girê Spî û Tişrîn Seddi de 3 caran bi giranî birîndar bûm û 3 caran jî sivik birîndar bûm."
‘NEFEL PIR JÎR Û JÊHATÎ BÛ'
Berxwedan Kobanê piştre Fermandar Cudî Amed û sabotajvan Nûman Nergiz tîne bîra xwe. Diyar dike ku di rizgarkirina gundên Kobanê de gelek hevalên wan di paqijkirina mayînan de jiyana xwe ji dest dan û wiha behsa wan rojan dike: “Me li gundê Bexdikê gelek hevalên xwe winda kirin. Mizgin Alan (Nefel) jî li wir jiyana xwe ji dest da." Dema min pirsa te ew nas dikir? min behsa roportaja bi Apê Nemir ani bîra wî. Min fam kir ku ew dimen temaşe nekiriye. Min ew wêne nîşanî wî da. Piştde dest bi vegotinê kir: "Heval ji Sêrtê bû. Min berê ew nas dikir. Xwişka wê jî şehît e. Ew bi koma piştî me hat. Hevalek hêja bû. Jîr û zane bû. Fermandara taxima Bexdikê bû. Tevî hevalên xwe şehît bû. Nefel, Cudî Efrîn, Beritan, Hasret, Asmin, Şîn Semsur, Mezlum, Rizgar, Siyabend, Cudî Mardin, Baran hemû di heman rojê de şehît bûn." Dema Berxwedan behsa navên wan dikir di serdema berxwedana Kobanê de li Semsûrê dema 10 hezaran ji bo Kobanê dimeşiyan şervanek jin a Semsûrî tê bîra min. Şervana ku wê demê min navê wê nepirsî bû min fam kir ku Şîn Semsur e û li Bexdikê jiyana xwe ji dest daye. Dema min ew tarîf kir Berxwedan got "Ew bi xwe ye. Ew jî li Kobanê di eniya me de bû. Li zanîngeha Mêrsînê xwendekar bû." Di telfona xwe de wêneyan nîşani min dide û vegotina xwe berdewam dike "Ferhat, Çeleng, Canfeda, Cudî Amed, Egit Mûş, Herekol, Reşat, Didar, Erdal, Simko, Rûken hemû şervanên peqrewan bûn. Şehit Rustem çalakiya fedaî pêk anî."
‘CUMA GOYÎ BI FEDAÎ BI MAŞÎNA DOÇKA PÊŞIYA MAŞÎNA BI BOMBE BIRÎ '
Berxwedan Kobanê, behsa maşina bombeyî ku di deriyê sînor de çawa ji aliyê Cuma Goyî ve hat îmhakirin vedibêje û wiha berdewam dike: "Hin şervanên efsanevî nayên zanîn. Tê bira we ji milê sanayê ve maşîneyek bi bombebarkirî hat nava hevalan. Wê demê me bi Bisfing û BKC'yan lê da, lê ji ber maşîna zirxî bû fêde lê nekir. Wê demê Cuma Goyî bi maşîna doçka çû pêşiya maşîna bombeyî. Li maşînê qelimand û maşine teqiya. Cuma wê demê li wir şehît bu. Ger ku ne wisa bûya dê bi dehan hevalên vir jiyana xwe ji dest dabûna. Ez hemû hevalên xwe yên ku bi wan re ketim şer û wan li wir jiyana xwe ji dest dan tînim bîra xwe. Ez xeyalên wan pêk tînim. Dibe ku ji ber hêj min deynê xwe nedaye ez hêj dijîm."
Piştî demek dirêj em axivîn em rabûn em li kolanan geriyan. Li kolanan hêj şopên şer hene. Dema em li kolanan digerin welatiyê ji gundê Tewşo Osê Ehmed ku dibîne ez wêne dikişînim ji min dipirse. Behsa berxwedana Kobanê û êrîşên DAIŞ’ê dike. Piştre behsa Naim dike. Dema şerê Kobanê dayika min Şarê derbasî bakur bû. Naim li vir ma. Dema Kobanê azad bû Naim li me geriya û got Werin me gund rizgarkir lê DAIŞ'ê sewalên we birin. Diyar dike ku dê biçe merasima şervanên Reqqa yên ji yana xwe ji dest dane.
ZAROKÊ 14 SALÎ: EM BI SERKETIN
Piştre zarokekê 14 salî derket pêşiya min, j imin re dibêje ez te nas dikim û dest bi gotinê dike: “tu bi hevalê xwe re (Ersîn Çaksu) hatibû girkê Tilşeîr. Em li wir diman. Te nüce çêdikir. Me Kobanê neterikand. Em 6 birane û yê herî mezin 15 salî ye. Dema gel reviya bavê min jî got em jî biçin. Lê dayîka min got em ji Kobanê dernakevin bavê min bi tena sere xwe çû. Piştî 3 rojan bavê min bi hevalên xwe re zivirî û tevlî şer bû. Ji berk u em biçûk bûn tevlî nebûn kurê mamê min û kurê xaleta min şehîd ketin. Mustafa û Hesen. Dema me dît ji Tilşeîrê duxêl radibe em bêhizûr bûn. Lê em bi serketin. Ev hemû kesên ku hûn wêneyên wan li kolan dibinin hemûyan canê xwe dane.”
Dema hûn li Kobanê diğerin kolan û kesên li kolananin ji we re berxwedanê vedibêjin. Bi taybet dayîk û zarok.
‘EM BI SAYA KESÊN LI ŞEHÎDLIKÊ VEGERIYAN’
Dayîka bi navê Hedlê Elo ku dibêje ji gundê Mişko ye di mala ku bi zorê xwe li ser piyan digire ji halê xwe re şikur dike û wiha dibêje: “Mal û milkê me talan kirin. Em 3 mehan li Pirsûsê man. Piştî bajar hat rizgarkirin em vegeriyan ser axa xwe. Divê me mutavazî bin. Ger em vegeriya bin ev bi saya keç û kurên me yên li goristanê dirazê ne. Divê ev tu caran neyê ji bîrkirin. Divê em layîqî wan şehîdan bin.” Dayîka Eyşe Evdila jî yek ji dayîkên ku berdel dane. Dayîk Eyşe da zanîn ku beriya çend rojan di hemleya Reqayê de keça xwe Agirî Kobanê winda kiriye, keça wê Rohilat jî di hemleya Sirrînê de cih digire û kurê wê Memo jî ji mile xwe birîndar bûye.
Li vî bajarî êşa her kesê heye. Lê kesên herî bi êş ewin ku yên di eniyên şer de hevalên wab birîndar bûne û windakirine.
BIRÎNDARÊ KOBANÊ: XEYALA HEMÛ KESÊ BÛ
Yek ji wan Arjîn bû. Ji Kobanê ye. Yek ji kesên ku şopên şer li ser xwe digerîne. Dema êrîş destpêkirin li Kantona Cizîrê şer dikir. Di rojên destpêkê yên Mijdarê de, di hewldana 7’emîn de xwe gihand Kobanê. Piştî mehekê m abi bombeya avêtin eniya wê birîndar dibe. Niha çavek wê kêm dibine. Di rûyê wê de şopên şarapnele hene û tiliyên herdu destên wê tune ne. Ligel vê jî deqeyekê nasekine û dibêje: “Me hemû tişt girtibû ber çavan, tenê armancek me hebû, azadbûna Kobanê bû. Piştî min mehekê şer kir birîndar bûm. Xeyalek hemû hevalên me hebû ew jî azadiya Kobanê bû. Bide ku gelekan ew roj ne dîtibe, lê hevalên wan xeyala wan pêk anî. Kobanê biçûk bû mezin bû.”
BIRÎNDARÊ KOBANÊ OMER: BIRÎNDARBÛN DI HESABÊ DE TUNE BÛ
Yek ji birîndarên din ên Kobanê Omer Kobanê ye. Di 5’ê Cotmehê de li Miştenûrê birîndar bûye. Wiha dibêje: “Ez nizanim çawa birîndar bûm. Em li ser ban di eniyê de bûn. Di cih de tiştek li dîwar ket û ez ji dest û linge xwe birîndar bûm. Heval dibêjin tu bi guleya tangê birîndar bûyî. Rojên zehmet bûn, rojen herî zehmet 4’ê Cotmehê heta 20’ê Cotmehê. Me di wan rojên zehmet de gelek hevalên xwe winda kirin. Ger tu bipirsî tişta herî zehmet çi bû paşde geverîna me bû. Ji berk u di paşde vegerê de heval şehîd diketin û birîndar dibûn. Şehîdbûn nebû nesîbê min. Di rastiyê de birîndarî di hesabê de tune bû. Em ê şehîd biketina lê nebû. Dema Kobanê azad bû min li Bakur tedawî dît. Em girtin û anîn pîrozbahiyên Edmanîkê. Ez nikarim hestên xwe yên wê demê îfade bikim.”
Ligel şervanan sivîlên ku bajar diparastin jî hebûn. Yek ji vana Mehmûd Mihemmed Elî yê 50 salî ye. Dibêje beriya şer li dibistana kurdî mamoste bû. Ji sala 91’an heya 2007’an ji ber fikren xwe yên siyasî li Şam û Dêrezorê di girtîgehê de maye. Bavê 4 zarokan Mehmûd, yek ji kesên bajar ne terikandine ye. Mahmûd, diyar kir ku malbata wî derbasî Bakur bû, ew bi xwe ji bo pêwîstiyên şervanan bîne cih li bajar maye û wiha got: “Me av dibir cihên heval lê bûn. Di 13’yê Cotmehê de li rojhilatê deriyê sînor bi guleya sekvanekê ez ji mile xwe ye çepê birîndar bûm. Piştî min 13 rojan tedawî dît dîsan vegeriyam. Bi Hevala Destîna re malek ku komek hevalên jin lê diman hebû. Hevalan xwest ji bo pêwîstiya avê bê helkirin li wi qazan vebikin. Dema em bi 4 hevalan re ber bi nokteyê ve diçûn rastî êrîşê hatin. Hevala Destîna ji me re got ‘êrîşî wan bikin’. Lê bi tirsa ku dê cihê me diyar bibe me êrîş nekir. Piştre hevalan êrîşî çeteyan kirin û em jî wiha gihiştin cihê xwe. Me qazan danî û lê vê carê jî av nedihat. Hevala Destîna xwest derbikevin ser ban û hewaya di xirtoman de vala bikim. Ger rastiyê bixwazin em wekî hevalan bi wêrek nebûn. Min got ez nikarim derkevim ser banî. Dema got ‘tu ditirsî’ ez derketim. Me av girêda. Piştre Heval Destîna bi hevalên xwe re şehîd ket. Me cenzayên wan girtin û defin kirin.”
Mehmûd, anî ziman ku gelek kesên mîna Bavê Botan, Mûrat, Beko, Mihemmed Şêxo, Fehmî, Bavê Welat, Şehîd Osman, Kupê, lastîkçî Mihemmed ên ku temenê wan mezin û bajar neterikandin hene û wiha doman: “Tê bîra te Mihemmed hebû. Lastik tamîr dikirin. Rojekê dema lastîka wesayîtê ya li Mekteba Reş çêdikir rastî êrîşê hat. Me ew heta ber derî bir û bi me re diaxivî. Ji ber ku li derî 4 saetan hat rawestandin şehîd ket.”
Mehmûd hêjî ceyrana saziyan çêdike.
Dema ez li bajar digeriyam, li ser her kolanekê ez rastî şervanên ku dest, ling, çavên xwe windakirine lê kenê li ser rûyê xwe winda nekirime hatim
Abdurrahman Gok - dîhaber