Ji KE'yê ji Tirkiyeyê re rexneya azadiya çapemeniyê

NAVENDA NÛÇEYAN - Konseye Ewropayê rewşa rojanemgerên li Tirkiyeyê têde ne wekî “dramatik” pênase kir û banga serbestberdayîna rojnemgerên girtî kir.

Li gorî nûçeya di BBC Tirkî de hat weşnadin, Konseya Ewropayê (KE) diyar kir ku ew ji ber şîdeta li ser rojnamegeran bi teybet li Tirkiye, Rûsya û herêmê bi giştî bi fikarin û da zanîn ji Çileya 2016’an heta niha li welatên endamên wanin 16 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM), diyar kir ku ji ber rewşa rojnamegerên li Tirkiyeyê k udi nava rewşet dramatik de bifikarin û ev tişt gotin: “Divê KHK’yên di dema OHAL’ê de hatine derxistin û dibin sedema girtina rojanemger, nivîskar û saziyên çapemeniyê, li ber çavan re bên derbaskirin.”

MPKE’yê ligel Tirkiyeyê Rûsya jî rexne kir û da zanîn ku pêkanînên Rûsyayê yên li rojhilatê Kirim û Ukraynayê jî wan dixin nava fikaran.