WAN - Qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Erdîşe hat kirin geravên li herêma Zîlanê u welatî wekî çavkaniya şîfayê bi nav dike da xirakirin.
Qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Erdîşê ya Wanê hati kirin pêkînên xwe yên ku rastî nerazîbûnên gel tê didomîne. Qeyûm Yaşar ê ku qiştî hat ser kar xebatên jin, ciwan û zarokan da rewestandin û tabelayên pir zimanî rakir vê carê jî li herêma geliyê Zîlanê germava li gundê Hesenevdalê da xirakirin. Germava ku welatiyên herêmê wekî çavkaniya şîfayê dibînin bi îdiaya ku PKK'ê li wir dimînin hate xirakirin.
'CENDIRMEYAN XWEST QEYÛM XIRA KIR'
Fesîh Hezer diyar kir ku germav di 1950'an de ji aliyê dewletê ve hatiye çêkirin û di salên 1970'an de dewrî kalê wî yê ku xwediyê wê derê bûye hatiye kirin û li gelek deverên welat ji bo ku şîfa bibînin tên germavê. Hezer wiha axivî: "Bi salan e em van germavan didin şixulandin. Li navçeya min gelek şaredar derbas bûn. Yek ji wan jî tiştekî bi vî rengî nekirin. Tenê ji ber tu cendirmeyan xwestine qeyûm jî germava me dezgehê me yê nan bi hinceta 'cihê PKK'iyan e' da xirakirin.