AMED - Doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtîbûna Tuncel û Kişanak da. Kişanak a bi SEGBÎS'ê tevlî dozê bû parastina "Ev doz ji bo ku qayûm tayinîn şaderiyê bê kirin hatiye vekirin" kir.
Doza Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a bi daxwaza 385 salan hatiye verikin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kişanak bi SEGBÎS'ê ve tevlî dozê bû. Paralemnterên HDP'ê, malbata Kişanak û rêveberên DBP û HDP'ê jî doz şopandin. Kişanak û Tuncel têkîldarî rewşa girtîbûnê parastin kirin. Dozger ji bo rewşa girtîbûnê berdewam bike mutala kir.
'JI BO ŞAREDARÎ BÊ DESTESERKIRIN EV DOZ HATE AMADEKIRIN'
Kişanak di parastina xwe de wiha got: "Ev dozeke pir girîng e. Bi şexsên min ve eleqedar nîne. Ev doza ku li Tirkiyeyê demokrasiya herêmî eleqad dike girîng e. Ev doza ku 400 hezar deng ên hatine dayîn, 17 navçe û Amed a ku 1 milyonek û 600 kes dijîn eledar dike. Ev dozekî ku hatiye amadekirin e. Îdiayên beriya 5-6 salan in. Ger ku sûc bû çima di demê de muxale nehat kirin. Ger ku sûc bûn çima 5 salan sekinîn di demê de lêpirsîn nehat vekirin. Ev xebatên ku dema paralementeriyê de min kirine. Min di axaftinên xwe de siyaseta demokratîk û edalet parast. Ji ber ku şaredarî bê desteserkirin û memûrekî girêdayî hikûmeta navendî bê tayînkirin hate vekirin."
'DEMOKRASIYA HERÊMÎ HATE RAWESTANDIN'
Kişanak di berdewama parastina xwe de wiha got: "Niha li Amed a ku milyonek û 600 hezar kes dijîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kesekî hatiye hilbijartin jî nîne. Meclîs hatiye rawestandin. Endamên hatine hilbijartin hatine beralîkirin. Demokrasiya herêmî hatiye rawestandin. Ev binpêkirina qanûna bingehîn e. Îradeya hilbijêrên ku deng dane min hatiye desteserkirin. Gelê Amedê layiqî vê nîne. Ez li Amedê careke bûm parlamenter careke jî weke hevşaredar hatim hilbijartin. Axaftinên ku bûne mijara darizandinê min di kampanyaya hilbijartinê de bi awayeke zelal aniye ziman. Ez li Sêrtê jî ketim hilbijartinê weke namzeta serbixwe min 55 hezar deng girt parlamenterê îxtidarê 24 deng girt."
Kişanak da zanîn ku daxuyaniyên ku kirine di çarçoveye siyaseta demokratîk de kiriye sûc nînin, doz dozeke siyasi ye di axaftinên wê de tiştekî ku sûc teşwîq bike nîne, divê siyaset di mecraya xwe de pirsgirêkên xwe çareser bike, siyaset nikare pirsgirêkên xwe bavêje hembêza darazê.
Kişanak têkîldarî hinceta girtinê ya dê bireve jî wiha got: " Ligel îşkenceyên ku min li Girtîgeha Amedê dît jî ez nerevîm. Tiştên ku min li vir jiyankiriye heye. Berdin min jî ez naçim. Min dizanibû ev doz dê bê vekirin. Lê dîsa jî neçûm. Beriya bêm binçavkirin 10 rojan em diçûr Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî yê Cihanê. Telefonek hat ez hîn bûm ku ji delegasyonê hatime derxistin. Gotin hinceteke nivîskî tuneya. Bi awayeke aşkera beriya 10 rojan ji min re gotin dê te binçav bikin bigirin, naxwazin derkevî derveyî welat. Lê dîsa jî ez çûm tevlî xebatan bûm. Min dizanibû ez ê bêm binçavkirin jî ez vegeriyam. Ez ê axa ku li ser dayik bûme qut nebim. Dev ji siyaseta demokratîk bernadim. Ez ê dev ji daxwaza azadiyê bernedim. Ger ku em dev ji vê berdin em ê ji miroviha xwe qut bibin. Mirov bi hest û bîranînên xwe ve dijîn. Daynin ber derî jî ez ê neçim. Ez dixwazim ev neheqiya ku li gelê Amedê hatiye kirin bi dawî bibe. Bi bi ragihandina teknîkî ez bawer nakim hestên vî dozê bê jiyîn. Ev sûcên ku der barê min de tê îdiakirin li Amedê ye lê ez hezar kîlometre dur im. 3 meh in bi tane serê xwe têm girtin. Ev polîtîkayekî taybet e. Li vir şertên girtîgehê hatiye amadekirin. Dema ku hatim rayedarên vê derê gotin beriya rojekî ku ez bê li vir ode hatiye amadekirin. Kesên ku cezaya muebeta giran girtine jî dema ku derdikevin hewşê bi hevre derdikevin. Lê ez inkarim derkevin hewşa hevpar. Ev bi kîn û nîfrînê nêzîkbûn e. Ji ber vê yekê jî dixwazim bibêjim ku divê ez bêm tehliyekirin û doz li holê bê rakirin."
Piştre parêzer axivîn û diyar kirin ku dema ku Tuncel û Kişanak parlamenter bûne telefonên wan hatine guhdarkirin ev qeyd ji dosyayê bê derxistin û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. Heyetê biryara berdewamkirina rewşa girtîbûna Kişanak û Tuncel da û doz taloqî sibatê kir.