ÎZMÎR - Li Kemalpaşayê 37 endamên Egîtîm Sen'ê hatin binçavkirin.
Li Kemalpaşa ya Îzmîrê tîmên taybet serê sibehê li ser malên Egîtîm Sen'ê de girtin. Di serdegirtinên malan de 37 kedkarên perwerdehiyê hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku kedkarên perwerdehiyê ji ber çalakiya karberdanê ya ku di 29'ê kanûna 2015'an de pêk hatiye hatine binçavkirin.
Navên hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Abdullah Aydinli, Serpîl Aydinli, Mehmet Ateş, Zurahya Ateş, Savaş Yildiz, Halîl Ozden, Arîn Emîne Kum, Ozlem Gormuş, Gulsoy Ateş, Huseyîn Şîmşek, Halîl Ozbent.