Hinceta cezayê ji Aydogan re hatiye dayîn: Rêzgirtin û meşa li pişt cenaze

AMED - Biryara cezayê 4 sal 8 mehan a ji bo Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan hat dayîn han nivîsîn. Hinceta ceza jî wekî tevlî cenzayê HPG’iyan bûye, li pişt cenaze meşiya ye û “endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hat nişandan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan a ku ji dozek din girtiye bi îdîaya “endama rêxisitinê ye û bi xwestek alîkarî daye rêxistinê” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat amadekirin. Di biryara ku ji 56 rûpela pêk tê û di 13’ê Çileyê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dayîn de, lêpirsîna dozê, pêvajoya gihiştina wê û parastinên di dozê de cih girtin.

Hat diyarkirin ku Aydogan tevlî cenazeyên PKK’iyan bûye, her wiha li Şirnex, Dersim, Sêrt û Gurgumê tevlî cenazeyên HPG’iyên di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest dane bûye.

‘JI BO EM ÊŞAN PARVE BIKIN TEVLÎ CENAZEYAN BÛN’

Aydogan di parastina xwe ya dadgehê de tevlîbûna xwe ya cenazeyan wiha vegot: “Di wê dema merasîma cenazeyan hat kirin de ez parlamentera serbixwe ya Amedê bûm. Diviya bû em tevlî cenazeyên malbatên ku deng dane me bibin, me jî li ser vê hêviya malbatan tevlî merasîman bûn. Tevlîbûna me ji bo parvekirina êşan bû. Ez dixwazim bejim ku tevlîbûna merasîma cenaze ne sûce.”

Di biryarê de ceza paşde hat xistin û hat diyarkirin ku dibe Aydogan ji sûcek din ceza bigire û ev jî wiha hat parastin: “Ger ev çalaki ji bo xebat û li ser navê terorê hatibin kirin dê ji bersûc re bi sucdariya ‘2911 li dijî qanûna civîna û meşan bûye muxalefet’ ligel cezayê ku bê dayîn, dê ji ber ‘ne endamê rêxistinê ye lê li ser navê rêxistinê sûckiriye’ ceza bê dayîn.”

Parêzerên Aydogan, dê biryarê li Dadgeha Edliya ya Herêmê bibin temyîzê.