XARPÊT - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîna Ahmet Turk ku girtiye, li ser daxwaza Wezareta Dadê û Wezareta Tendirûstiyê rakirin nexweşxaneyê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku piştî ji peywira xwe hat durxistin, hat girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, hat zanîn ku li ser daxwaza Wezareta Dadê û Wezareta Tendirûstiyê rakirine nexweşxaneyê. Di rapora ku ji aliye Saziya Tiba Edlî ve beriya niha derbarê Turk de hat amadekirin de, hatibû gotin ku divê Turk bê berdan.
Li ser daxwaza herdu wezaretan Turk rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê û derbarê rewşa wî de tu agahî ne hatin bidestxistin.