Endamê meclîsa DBP'ê 6 roj in winda ye

WAN - Endamê meclîsa şaredariya Sarayê yê DBP’ê Burhan Ozevlî 6 rojin agahî jê nayê girtin.

Endamê meclîsa şaredariya Sarayê yê DBP’ê Burhan Ozevlî, dema ji bo karekê çû Gurgumê û divegeriya peywendiya pere qût bû. Ozevlî k udi 13’ê Çileyê de bi wesayîta xwe ya tayebt ji karekê xwe çû Gurgumê, di 19’ê Çileyê de bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku ew ji bo bê Wanê derketiye rê. Malbata Ozevlî ku ji wê demê heta niha nevegeriyaye malê û telefona wî girtiye, serî li Midûryeta Polîsan a Bajar da. Malbat piştre çû Gurgumê.