Parlamenter Taşçier hate binçavkirin

AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier li Amedê hate binçavkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier di çarçoveya biryara bi zorê anînê ya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye vekirin de dema ji mala xwe derdiket hate binçavkirin. Taşçier bi îdiaya "heqeret li serokwezîr kiriye" hatiye binçavkirin û dê derxînin dozgeriyê.

Parêzerên Taşçier jî hatin edliyeyê.