Cenazeyê karkerekî hate dîtin

SÊRT - Piştî hezana li navçeya Şîrvanê di lêgerînan de cenazeyê karkerê bi navê Sedat Bulut hat dîtin.

Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê hezana ku di 17'ê mijdarê de li kana sifir çêbû lêgerîna ji bo dîtina cenazeyên karkeran didome. Di xebatên lêgerînê de hevalên karkerê bi navê Sedat Bulut cenazeyê wî dîtin. Cenaze ji bo şê teşhîskirin birin cihê hezanê. Piştre cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hate hînbûn ku cenazeyê Bulut dê li gundê Otluk ê Sêrtê bê definkirin.

3 roj in cenazeyên 6 karkeran hate derxistin, ji bo ku cenazeyên 10 karkeran bên dîtin xebat didomin. Sekna welatî û xizmên karkeran a li dora kanê didome.