AMED - Li Amedê berfa ku serê sibehê dest pê kir her diçe bandora xwe zêdetir dike. Firoşkarên seyar bi agirê ku pêxistin ve hewl didin xwe germ bikin.
Ji ber barîna berfê li her derê bajar spî bû. Bajarê ku li gorî salên borî hewa germ bû ji nişkave berfê dest pê kir. Li cadeyên bajar fişorkarên seyar jî ji bo ku xwe germ bikin agir pêxistin û bi vî rengî hewl didin ku xwe germ bikin. Firoşkarên seyar ên ku teneyên ku anîne tijî dar kirin û pêxistin li dora agir li benda muşteriyan in. Welatiyên ku ji rê derbas dibin jî li ber agirê firoşkarên seyar pêxistine xwe germ dikin.