AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, di rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" de pirsa "polîs, dozger û dadgerên ku ev fezleke amade kirin li ku ne?" pirsî û got: "Hemû ji doza FETO girtî ne. Ger ku wisa be çawa dibe ku îdîanameya darbekar amade bikin wekî delîlên sûc bên dîtin."
Dûnîştina "Doza Sereke ya KCK'ê" ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî din avde 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de parlamenterên HDP’ê jî amade bûn. Piştî rûniştina dozê Parlamenterên HDP'ê di derketina edliyê de daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Mahmut Togrul û Osman Baydemir amade bûn. Li ser navê komê Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr daxuyanî da. Baydemîr, diyar kir ku kurd ji ber siyaseta xwe ya legal û demokratîk tên darizandin û wiha got: “Hem Birêz Gultan Kişanak û hem jî Birêz Firat Anli ji ber xebat û xizmetên xwe yên şaredariyê tên darizandin. Pirsên wekî "Te çima cenaze defin kir? Te çima ambulans tehsîs kir? dipirsin. Ev karên şaredariyan in. Ger ku van karan nekin dê çi karî bikin. Wekî van pirsan bi dehan pirsên bi vî rengî hatine pirsîn û ji ber xebatên wan ên şaredariyê tên darizandin. Ev perçeyekî operasyona qirkirina siyasî ye."
QIRNÊ DAWÎ DI GIRTÎGEHÊ DE YE
Baydemîr bal kişand ser gotina Firat Anli a "Em dikarin bi riya diyalog û li hevkirinê pirsgirêka kurd çareser bikin" û wiha axivî: "Niha ev qirnê dawî yê çareseriya demokratîk dixwaze di girtîgehê de ye. Qirnê dawî îro ji ber ku di siyaseta demoratîk de israr dike di girtîgehê de ye. Ev zilm û bê hiqûqî ye."
CIHÊ SIYASETMEDAR LÊ BÊN DARIZANDIN DADGEHÊN GEL IN
Baydemîr di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku cihê ku siyasetmedarên kurd lê bên darizandin ne ev dadgeh in û wiha got: "Cihekî ku siyasetmedarên kurd lê bên darizandin heye. Ew jî dadgehên gel in. Gel wan hildibijêrê û dê di sindoqan de jî an wan ceza bike an jî dîsa wan hilbijêre. Yên di hilbijartinê ne nekarîbûn sindoqan bi dest bixin, niha bi hikmê zorê şaredariyan bi dest dixin. Em bawer dikin ku gel dê vê zilmê qebûl neke. Em bawer dikin ku ev zilm ji wan re nabîne."
‘OPERASYONÊN KCK'Ê DARBE YE'
Baydemir, herî dawî pirsa "polîs, dozger û dadgerên ku ev fezleke amade kirin li ku ne?" pirsî û got: "Hemû ji doza FETO girtî ne. Ger ku wisa be çawa dibe ku îdîanameya darbekar amade bikin wekî delîlên sûc bên dîtin. Li dijî hiqûqê siyasetmedar hatine guhdarkirin. Li rojavayê Tirkiye cuda li Rojavahê Tirkiye cuha hiqûq heye. Ev cotstandartî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Rojekê dê teqez li ser vê axê heq, hiqûq û edalet dê bi ser bikeve. Dê rojekê teqez aştî, azadî û demokrasî bi ser bikeve.
Rêveber û wekîlên HDP'ê piştî daxuyaniyê ji edliyê veqetiyan.