Ji rojnameger Çelîk silav hene

STENBOL - Midûrê nûçeyan ê DÎHA’ya bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk, ku ji ber nûçeyên çêkiribû hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê di ziyareta yekemîn a bi malbata xwe re silav ji hevalên xwe yên rojnameger re şand.

Rojnameger û Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi biryara KHK'ê hat girtin Omer Çelîk di 25’ê Kanûna 2016’an de, di operasyona navenda wê Stenbol bû li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û piştî 24 rojan bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Çelîk, îro yekem ziyareta bi malbata xwe re pêk anî. Birayê Çelîk Welat Çelîk ku çû ziyaretê, diyar kir ku Çelîk li Hejmar 5 di odeyek yek kesî de tê hiştin. Welat Çelîk da zanîn ku edîtorê bere yê Dîkenê Tunca Ogreten û Berpirsê Hesapgeriyê yê Rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat jî li Hejmar 9 dimînin û wiha got: “Li odeya rex odeya birayê min rêvebirên HDP’ê dimînin. Rewş û morala birayê min baş bû. Ji hemû hevalên xwe yên rojnameger re silav şandin. Pêkanînên OHAL’ê li Girtîgeha Sîlîvriyê ketine meriyete. Em di lêgerînek dijwar re derbas bûn.” Çelîk, da zanîn girtî tenê dikarin bi xizmên xwe yên di dereceya yekem nêzî wan re hevdîtinê pêk bînin û mafê 3 kesên ku tên hedîtinê ji ber pêkanînên OHAL’ê hatiye rakirin.