'Em bi reşwekî hiqûq nikare îzah bike re rû bi rû ne'

WAN- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di doza ku bi îdiaya "qedexeya hilbijartinê binpêkiriye" hatiye vekirin de parastina "Em bi rewşekî hiqûq nikare îzah bike re rû bi rû ne. Berpirsyariya qanûnçêkirinê veguheriye neberpirsyariya qanûnçêkirinê" kir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ji ber axaftina xwe ya 27'ê cotmeha 2015'an a li vekirina otogarê doza ku hatiye vekirin hate darizandin. Doza ku bi îdiaya "qedexeyê hilbijartinê bin pê kiriye" hatiye vekirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erdîşê hat dîtin. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû.

Parêzerê Yuksekdag, Suat Çakan got ku muwekîla wî hê jî parlamenter e û wiha axivîB "Rakirina destnedayîna parlamentera me hem li dijî qanûna bingehîn hem jî rêziknameya hundir a Meclîsê ye. Îxtidara siyasî, serokwezîr û wezîr jî di hema hilbijartinan de tevlî hezaran merasîmên vekirinan bûne û axivîne. Di Belgeya Şefafî ya 2015'an de, di propagandayên ku AKP'ê li ser esasê ol kiriye de dê bêdîtin ku dema ku destnedayîn bên rakirin ev yek li dijî wekîlê partiyekî ketiye dewreyê." Çakan xwest ku muwekîla wî bê beraetkirin.

Parêzer Sevda Aydin jî wiha got: "Destnedayînên ku azadiya îfadekirê misoger dike bi awayekî nehiqûqî hatin rakirin. Li Wanê seroka partiya ku ji sedî 60 deng girtiye ye. Li bajar û navçeyê partiya ku herî zêde deng girtiye. 102 şaredarî di destên HDP'ê de heye. Ger armancekî wisa heba dê xizmetên şaredariyê bikarbianiya. Ji ber vê yekê dixwazim muwekîla min bê berdan."

Yuksekdag jî di parastina xwe de wiha got: "Di vî pêvajoyê de hiqûq di bin ecebiyekî siyasî de ye. Di warê hiqûqî de jî birayerekî neqanûnî hatiye dayîn. Hikmê qanûna bingehîn a esasî ji aliyê piraniya neheq a meclîsê ve hatiye binpêkirin. Ev mafê ku hatiye binpêkirin ne yê Fîgen Yuksekdag e yê gelê Wan û Erdîşê ye. Em bi rewşekî ku hiqûq nikare îzah bike re rû bi rû ne. Berpirsyariya qanûnçêkirinê veguheriye neberpirsyariya qanûnçêkirinê."


Yuksekdag di parastina xwe de got ku girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê biryarekî siyasî ye, divê ev wekî sûc neyê hesibandin. Yuksekdag wiha axivî: "Ez parlamentera ku waniyan hilbijartine me, seroka partiyekî siyasî me. Nûnera hemû Wanê me. Axaftina min di çarçoveya qedexên hilbijartinê ya 24 saetan de nîne. Beşdarbûna min a merasîma vekirinê tiştekî xwezayî ye. Lê çi heyf e ku ez ji ber axaftina xwe têm darizandin. Ez dixwazim ev doz bê betalkirin û beraeta xwe dixwazim."

Heyetê pirsa "Hûn aşkerakirina hikm dixwazin di dîrokekî pêş ve bê taloqkirin" kir li ser vê yekê Yuksekdag got dê qebûl neke û beraeta xwe xwest, xwest ku doz bê betalkirin.

Heşeê ji bo rapor û delîl bên komkirin doz taloqî 28'ê nîsanê kir.