STENBOL - Çapul TV ji bo ku di pêvajoya referandumê de dengê yên ku li ber xwe didin bilind bike banga avakirina Hayir TV kir.
Çapul TV a ku di dema berxwedana Geziyê de bi îdiaya bibe dengê berxwedanê derket rê niha jî ji bo ku di pêvajoya referandûmê de li dijî derew, sansur û dîktatoriyê dengê kesên li ber xwe didin bilind bike banga avakirina Hayir TV kir.
Hevdîtina yekemîn a dildarên Hayir TV dê sibehê saet 19.00'an de li Salona Civînê ya Cezayîrê ya li Beyogluyê bê lidarxistin.
Hate daxuyandin ku civîn ji bo hemû kesên ku ji naverokê heta teknîkê alîkariyê bikin re vekiriye.