STENBOL - Parlamenterê HDP'e yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman ê ku li Stenbolê hatibû binçavkirin, qedexeya derketina derve hate dayîn û bi şerta kontrola edlî hat berdan.
Parlamenterê HDP'ê Îdirê Mehmet emîn Adiyaman serê sibehê li mala xwe ya Stenbolê hate binçavkirin. Adiyaman di hesabê xwe yê twitterê de bi nivîsa "Bi biryara bi zorê anînê ve niha li Stenbolê ji mala xwe hatim girtin. Min dibin Edliyeya Çaglayanê" parve kir. Adiyaman di berdewamê de jî nivîsa "piştî ku rapora bijîşk hate girtin niha anîne Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê dê bi SEGBÎS'ê ve îfade bide 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê" parve kir.
Adiyaman derxistin dadgeha nobedar a li Edliyeya Stenbolê û bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dadgehê bû. Adiyaman piştî ku îfade da qedexeya derketina derve hate dayîn û bi şerta kontrola edlî hate berdan.