STENBOL - Rojnamegerên girtî Tunca Ogreten û Mahir Kanaat di odeyên yek kesî de tên girtin.
Malbat û parêzerên Rojnameger û Edîtorê berê yê Dikenê Tunca Ogreten û Berpirsiyarê hesapgirtinê yê Rojnameya Birgunê Mahir Kanaat li Sîlîvriyê rojnameger ziyaret kirin. Parêzerê rojnamegeran Denîz Ceylan, diyar kir ku Tunca Ogreten û Mahir Kanaat di yek hucreyê de tên girtin û dui navbera saet 08.00-20.00'an de derdikevin hewşê. Ceylan, diyar kir ku rewşa rojnamegerên girtî baş e û hemû hevalên xwe silav kirine. Ceylan, da zanîn ku Kanaat û Ogreten bi riya gardiyanan name ji Omer Çelik re nivîsandine û gotine: "Were cem me, em bi hevre bimînin. Ceylan, da zanîn ku pirtûkên malbatan anîne nedane rojnamegeran. Ceylan destnîşan kir ku Kanaat û Oreten ji hempîşeyên xwe xwestine ku wan bê name nehêlin.