2'emîn zarokê di girtîgehê de şewitî jiyana xwe ji dest da

EDENE - Ferhat Kaya yê li Girtîgeha Zarokan a Tîpa E ya Edeneyê, di şewatê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Zarokê di 18'ê Çile de li Odeya Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de bi giranî birîndar bûbû Ferhat Kaya ku 8 rojin li Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçi ya Çukurovayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Zarokê 17 salî Ferhat Kaya, li gel dermankirinê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Kaya ji bo rapora otopsiyê şandin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Hat diyarkirin ku malbat dê sibê karibin cenazeye wî wergirin.

Berê jî Muhammet Erdogan ku bi giranî birhîndar bûbû jiyana xwe ji dest dabû. Dermankirina zarokê bi navê Mehmet Altunhan û 2 gardiyanan li nexweşxaneyê berdewam dike.