Endamê PM'ê yê HDP'ê Ahmet Kaya hat girtin

ENQERE - Endamê PM'ê yê HDP'ê Ahmet Kaya bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Kaya, ji ber fealiyetên xwe yên li Enqere û Antalyayê der barê wî de lêpirsîn hatibû vekirin û duh êvarî li semta Batikent a Enqereyê hatibû binçavkirin. Kaya, ji aliyê Dadweriya Cezayê Sulhê ve bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Fealiyetên li ser navê rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîncanê.

Her wiha Kaya berê jî ji ber doza PKK'ê 28 salan di girtîgehê de mabû.