AMED - Piştî TUHAD-FED û şaxên giradayî wê bi KHK’ê hatin girtin nûnerên van saziyan, malbatên girtiyan Înîsiyatîfa Piştgiriya Zindanan ava kirin û Înisiyatîf bi deklarosyonekê hat îlankirin.
Federasyona Komeleyên Piştgirtina Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED) û 15 şax û nûnertî bi riya Biryara di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin û mohrkirin. Piştî girtina TUHAD-FED û şaxên wê nûnerên van saziyan û malbatên girtiyan li Amedê hatin cem hev û di encama civînekî de ji bo girtiyan saziyek nû ya bi navê Înîsiyatîfa Piştgiriya Zindanan ava kirin. Dê ev Înisiyatîf ji niha şûn ve ji bo piştgirtina bi girtiyan re bixebite. Endam û rêveberên Înisiyatîfê li avahiya rêxistina DBP’a Rezana Amedê bi civînek daxuyaniyê ji raya giştî re dan deklarekirin.
Li ser navê Înisiyatîf û malbatên girtiyan Hevserokê Giştî yê TUHAD-FED’a ku hat girtin û Hevberdevkê Înisiyatîfa Piştevaniya Zindanan Mehmet Temîzyuz daxuyanî xwend û saziya nû îlan kir. Temîzyuz destnîşan kir ku kevneşopiya berxwedana zîndanan ji Mazlum, Kemalan û Xeyrîyan berî xwe daye azadiyê û heta roja îro didome û got ku li dijî cunta faşîst a 1980’an girtiyan bi slogana “Teslîmiyet îxanet, pasîfbûn binketin e û berxwedan serkeftin e” hat geşkirin û nûnertiya kevneşopiya Mazluman hat domandin.
‘EM Ê TAX BI TAX BIXEBITIN’
Temîzyuz anî ziman ku her çiqas saziyên wan ji aliyê hikûmet ve bi awayekî nehiqûqî û bi pêkanînên kêfî hatibe girtin jî lê bi tu awayî dê têkoşîna girtiyan û malbatan wan neyê li paşxistin û wiha got: “Bila vê baş dizanibin tu kes nikare mohra li vîna kurdan bixe. Dibe ku hûn dikaribin saziyên me bigirin lê hûn nikarin têkoşîna me bi rûmet û bi bawer asten bikin û wê ev têkoşîn li her qadê bidome. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyê hema bêje her malbetek keksek û çend kes girtiyê wan hene. Em bi vê heqîqetê xebat û têkoşîna xwe tax bi tax, kolan bi kolan û bajar bi bajar bidin meşandin. Dê ji îro şûn ve her malbatek me girtiyan di şûna saziya me de be û wê her kesek bi bingeha dildarî karê girtiyan bide ser milê xwe.”
‘EM Ê BI ÎNISIYATÎFÊ LI GEL GIRTIYAN BIN’
Temîzyuz herî dawî înisiyatîfê bi van gotinan da îlankirin: “Em ê ji niha şûn ve li dijî îşkenceyên li zîndanan û binpêkirina mafan pêk tê hin bêtir xwe bi rêxistin bikin û em ê rêhevalên xwe girtî bi tenê nehêlin. Em wek Înîsiyatîfa Piştgirtina bi Zîndanan re bi hemû malbatên girtiyan re li berxwe bidin û em ê tu carî serî netewînin.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.