ENQERE – Midûra Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gelecek Asli Ceren Aslan têkildarî êrîşên li dijî Çapemeniya Azad diyar kir ku bi girtin û mohrkirina saziyên çapemeniya azad dengê kurdan nayê qutkirin.
Di pêvajoya şerê ku ev salekê zêdetir e hikûmeta AKP’ê li hemberî gelê kurd da destpêkirin de Çapemeniya Azad rola xwe bi awayekî serkeftî lîst û qirêjiyên AKP’ê bi awayekî zelal derxist holê. Ji ber ku Çapemeniya Kurd qirêjiyên hêzên dewletê yên bi fermana AKP û Erdogan yên ku li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê kurd kirin derxistin holê, bi her awayî Çapemeniya Kurd bu hedefa AKP’ê û Erdogan her roj Rojname, Ajans û Radyoyên kurd tên girtin û mohrkirin. Midûra Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gelecekê di der barê vê helwesta AKP û Erdogan de axivî û diyar kir ku Çapemeniya Kurd ji ber ku rastiyên civakê ji raya giştî re parve dike û qirêjiyên AKP’ê teşhîr dike dibe hedef.
‘ROLA ÇAPEMENIYA KURD NAYÊ JI BÎRKIRIN'
Aslan diyar kir ku di pêvajoya şerê Baakurê Kurdistanê de yên ku rastiyên civakê nivîsîn çapemeniya kurd bû û bi taybet DÎHA û JINHA bûn û wiha axivî: “Di pêvajoya şerê qirêj yê ku AKP’ê li hemberî gelê kurd da destpêkirin de rola çapemeniya kurd nayê ji bîrkirin. Kesên ku dixwest rastiyên civakê bibîne nûçeyên JINHA û DÎHA’yê dinêrî û hemû rastî di wan ajansên nûçeyan de didîtin. Lê mixabin desthilatdar rastiyên civakê nerehet bûn, êrîşî çapemeniya kurd kirin û hemû rojname, ajans û radyoyên kurd bi awayekî dijhiqûqî girtin û mohrkirin.”
‘JINHA DENGÊ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ YE'
Aslan da xuyakirin ku JINHA dengê hemû jinên cîhanê bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di dîrokê de yekemîn ajansek di bin navê jinan de li Amedê hat avakirin. Jin di dîrokê de heta niha wekî koleyên zilam hatine binavkirin. Lê êdî dengê jinan bi saya JINHA’yê gihîşt hemû cîhanê. Ji berk u tehemûla dewletê ji jinan nîn e xwest bi girtina JINHA’yê dengê jinan qut bike. Bila tu kes berxwedanên jinan ên di demên dawî de ji bîr neke. Jin êdî xwedî hêz in û bi girtina ajans û rojnameyan tu kes nikare dengê jinên berxwedêr qut bike.”
‘JI BO ROJNAMEGERAN HEMÛ DER WARÊ ÇAPEMENİYÊ YE'
Aslan destnîşan kir ku dibe ku awahiyên çapemeniyê bên mohrkirin û girtin ew ê di kolanan de nûçeyên xwe binivîsînin û axaftina xwe wiha domand: “Dibe ku dewlet bi awayekî hov awahiyên çapemeniyê mohr bike û bigire, lê ev nayê vê wateyê çapemenî dê dest ji karê xwe berde. Ji bo rojnamegeran hemû der awahiyên çapemeniyê ne. Em ê jî piştgiriyê bidin hevalên xwe yên ku di nav zor û zehmetiyan de nûçeyan dişopînin û rastiyên civakê ji raya giştî re parvedikin.”
‘TU HÊZ NIKARE DENGÊ GEL QUT BIKE'
Aslan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di bin navê hewldana darbeyê de gelek sazî û komeleyên kurd hatin girtin. Yên ku îro qala demokrasiyê dikin tehemûla wan ji civakên cûda nemaye. Em jî wekî xebatkarên Rojnemaye Ozgur Gelecekê dibêjin ku çi dibe bila bibe tu kes nikare dengê gelê mafdar qut bike. Em ê piştgiriyê bidin ajansên ku rastiyên civakê dinivîsînin. Gel mafdar e û gel jî dê heta dawiyê piştgiriyê bide çapemeniya azad û kurd.”