Hiqûqnas: Ji bo hemû tiştên zirarê didin civakê ‘Na

ENQERE - Hiqûqnasan diyar kirin ku guhertinên qanûna bingehîn ji ber tirsa serokomar Erdogan û îktîdar dê bên darizandina hatiye amadekirin û wiha gotin: “Em ji hemû tiştên çû zirarê didin civakê re dibêjin ‘Na’.”

Parêzer Kazim Bayraktar, da zanîn ku îktîdar ji bo sûcên xwe veşêre dixwaze guhertinên qanûna bingehîn bixe meriyetê. Bayraktar, anî ziman ku ji bo Erdogan neye darizandin tişta ji destê wî tê dike û wiha got: “Çi dibe bila bibe mecbûrin li îktîdarê bimînin, ji berk u dema ji îktîdarê hatin xwarê dê biçin derveyî welat an jî dê bên darizandin. Dema rewş wiha be navendîbûn li gorî tirs û fikarên wan teşe digire. Ji navendîbûnê zêdetir ji bo desthilatdariya zilamekê bingeha hiqûqî tê avakirin. Ev pergala dewletê jî faşizme.”

Bayraktar, da xuyakirin ku ji bo ji qanûna bingehîne re beje na gelek sedemên civakê hene û wiha pêde çû: “Ji bo têkoşîna li dijî feqîriyê divê ji vê qanûnê re bêjin na. Ji bo berfirehkirina mafa karan, li dijî talankirina xwezayê, ji bo zextên li ser kurdan bi dawî bibin û li dijî ji holê rakirina bajaran bisekinin divê bêjin na. Ji bo tiştên zirarê didin civakê divê em bêjin ‘Na’.”

Hiqûqnas Halîl Îbrahîm Vargun, diyar kir ku hevdîtinan qanûna bingehîn k udi dema rejîma OHAL’ê de pêk ahtine gel tevlî nebûye, ji be ku dibe ji aliye îktîdarê ve bê terorîzekirin û wiha domand: “Divê qanûna bingehîn di demen guncaw de bên amadekirin. Di dema ku gelek parlamenter girtîne qanûna bingehîn anîn meclise. Nîqaş di Meclîs TV de berê dihatin temaşekirin lê ew jî nîne êdî. Xwe ji gel diveşêrin û nîqaşan didin meşandin. Ev ne başe. Beşek mezin ê civakê nizane ku di wê guhertinan de çi heye.”

‘EV QANÛNA BINGEHÎN WEKÎ QESRA BEŞTEPE QAAXE’

Parêzer Alîşan Şahîn jî bi lêv kir ku diviya bû guhertinên qanûna bingehîn di çarçoveya mutabakatê de bi hatina kirin û wiha axivî: “Guhertinên niha hatine kirin tu eleqeya xwe bi hiqûqê re tu ne ye. Ev guhertin ji bo kesekê ku heta qirigê ketiye nava sûc, bê rizgar kirin û neye darizandin hatiye amadekirin. Qanûna bingehîn wekî Qesra Beştepeyê qaçaxe. Ji ber wê ji bo em ji vê guhertinê re bejin ‘Na’ pêkanînên li Meclîsê têrê dikin. Binêrin Cigirê Serokwezîr Numan Kurtuluş dibêje; ‘Ger ji referandumê Erê derbikeve tê terör bi dawî bibe’ ev gotinên wî li ser navê siyaset û mirovan bextreşiye û nayê wateya tiştekî. Wê demê em dikarin bêjin dewlet teröre tontrol dike. Kengî bixwaze dê terorê geş bike, min ji daxuyaniya wî ev fêm kir.”

Selamî Aslan - dîhaber