ENQERE - Seroka Giştî ya Halkevleriyê Oya Ersoy, dest nîşan kir ku di warê siyasî, civakî û dîrokiyî de eniya "Na"yê xurtir e, lê belê divê ev tevbigere û wiha got: "Tekane riya xelasbûna ji tarîtiyê tevgerîna bi hev re ye."
Seroka Giştî ya Halkevleriyê Oya Ersoy balê kişand ser referandûmê û der barê xebatên wan ên kampanyaya "Na"yê de ji dîhaberê re axivî.
‘JI SEDÎ 70'YÊ GEL HAY JI NAVEROKA QANÛNA BINGEHÎN TUNE YE'
Ersoy, dest nîşan kir ku bi taybetî nîqaşên der barê Qanûna Bingehîn ji gel hatine veşartin û diyar kir ku, her wiha di şert û mercên OHAL'ê çûyîna referandûmê jî nayê qebûlkirin û wiha axivî: "Heke der barê pirsgirêkên vî welatî de qanûneke bingehîn bihatana çêkirin, dê îktîdara AKP'ê bi def û zirnê li her derî ragihandana. Lê belê, ji sedî 70'yê gel hay ji naveroka Qanûna Bingehîn tune ye."
‘DI VÊ NÊVENGÊ DE ÇÊKIRINA QANÛNEKE BINGEHÎN NE REWA YE'
Ersoy, bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahttin Demirtaş ê vîna bi milyonan hilbijêra ye, gelek rojnameger û mirovên zanistê û parlementer girtîne û got, tu rewabûna qanûneke bingehîn a di nêvengeke wisa de tê çêkirin tune ye. Ersoy, diyar kir ku civak li dijî guherandina tê çêkirin e û wiha got: "Encamên anketan ji sedî 52 dibêjin na."
‘HER KES JI VEGOTINA JI BO ÇI DIBÊJE 'NA' BERPIRSIYAR E'
Ersoy, diyar kir ku bi taybetî agahî ji gel hatine veşartin û balê kişand ragihandina agahiyê ya ji bo gel û got, hemû kes û derdorên di eniya 'Na'yê de cih digirin, bi veguhastina vê agahiyê ya ji bo civakê berpirsiyar in. Ersoy wiha axivî: "Ev hilbijartin hilbijartina kesên derdê wan bi welat re heye bi xw eye. Ev hilbijartin ne hilbijartina 'Min dengê xwe da û peywira xwe ya dîrokî bi cih anî.' Ji ber vê yekê, her kes berpirisyar e ku naveroka Qanûna Bingehîn û sedema 'Na'yê ji hawirdorê re vebêje."
‘JI ÇI RE ERÊ TÊ GOTIN?'
Ersoy, dest nîşan kir ku, divê mirov xwe bigihîne kesên ku ji bo guherandina Qanûna Bingehîn dibêjin "Erê" û ji wan bipirse ew ji bo/ji çi re dibêjin "Erê" û wiha domand: "Divê em ji kesên dibêjin erê bipirsin, ji çi re dibêjin erê; Hûn ji talana xwezayê re dibêjin erê? Hûn ji îstismara zarokan re dibêjin erê? An jî hûn ji bo zarokên ku li wargehên tarîqat rastî îstismarê tên re dibêjin erê? Hûn cinayetên jinan an jî ji diziya tê kirin re dibêjin erê? Dolar serî girtiye û diçe an hûn ji xizaniyê re dibêjin erê?"
'DÊ SIBÊ AJOKARÊ XWE YÊ MEQAMÊ JÎ BIKIN SEROKWEZÎR'
Ersoy wiha domand: "Zilamek di heman demê de hikûmetê diyar dike, ne ji meclîsê ji derve wezîfedariyê dike. Her çi qas alîgirê serokwezîr ne yê wî be jî, ew dê serokwezîr, peywirên wî hemûyan dewr bigire. Îro di dnegdayînên herî dawî yên li meclîsê bi bernavê Yeliz dîmenek derket holê. Û her kes henekê xwe bi vê kir. Ev kî bû, ma ne ajokarekî meqamê bû. Yê îro ev ajokar kir parlementer, dê sibê bike serokwezîr jî. Dê ev me temsîl bike? Divê civak van pirsan bike."
‘GOTINA JINAN ZAF GIRÎNG E'
Ersoy, diyar kir ku eniya dibêje "Na" zaf zelal e û yên dibêjin "Erê" diqilqilin û got, li gor encamên anketan yên bêbiryar jî ji sedî 20 in û anî ziman ku, "Eniya Na"yê dikare vê derdorê qezenc bike. Ersoy, diyar kir ku ji sedî 70'yê vê derdora bêbiryar jî ji jinan pêk tê û wiha axivî: "Li vir, bi taybetî peywirên zaf girîng dikevin ser milên jinan. Divê jin gotina xwe û fikareyên xwe bînin ziman. Çimkî, di pergala tê xwestin bê avakirin de cihê jinê tune ye. Me di jiyana xwe de encamên vê dîtin."
‘LI HER CIHÊ EM LÊ NE MECLÎSÊN NA'YÊ'
Ersoy, wan wek Halevleriyê 80 şax vekirine û ev meclîsên hatine vekirin ne yên Halkevleriy yên hemû civakê ne û wiha axivî: "Ji keyayan heta komeleyên gundan, em hemû nasnameyan datînin cihekî û em hemû derdorên 'Na'yê tînin gel hev. Her kesê dibêje 'Na' divê li taxa xwe, li avahiya xwe, li kargeha xwe vê bike. Bila vê ji her kesên li derdora xwe ne vebêjin. Em vî gelî tayînî van meclîsan dikin. Em hîn di destpêkê de ne. Li cihên em lê ne hatin avakirin. Niha bi giranî em li ser nîqaşên em ê xebatên çaw abikin radiwestin."
‘HEKE ENCAMA NA'YÊ DERKEVE DÊ ÎKTÎDAR VÊ NAS BIKE?'
Ersoy, bi bîr xist ku îktîdarê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vîna gel nas nekiriye û got, heke ji sindoqan "Na" derkeve, ew bi şik û guman in ku dê îktîdar wê nas neke.
‘ÎKTÎDAR HEMÛ DERFETAN BI KAR TÎNE'
Ersoy, diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê îktîdar hemû derfet bi kar anîne û wiha got: "Piştî şert û emrcên hewldana derbeyê ya di ser serê me re F-16 digeriyan, me ji rêxistinên çepgir re got 'Em eniyeke hevpar çêbikin, bitêkoşin.' Em bawer dikin ku em ê di bin hegemonyaya gotina hevpar de ava bikin. Ji ber vê j, heke gotin ji kê bê bila bê, navnîşan ji kê bê bila em ê gotina xwe ya hevpar bibêjin. Ancax em bi vî awayî dikarin ji handîkapên nebihevrebûnê rizgar bibin."
Seda Taşkin / Selman Gozelyuz - Dîhaber