KOBANÊ - Berxwedêrê kal Apê Nemir. Kalê 70 salî. Ku di dema şerê herî giran ê Kobanê de, dema min wî nas kir; li ser banekî, di binê betaniyê de, di kuna dîwarekî riziyayî de li ber xwe dida. Ew hestiyariya wî û axaftina wî ya ji kezebê, tenê 2 deqîqe bû, lê bû destanek. Piştî wan rojên giran, careke din dibim mêvanê Apê Nemir. Lê ev car ne li mewziyê, li mala wî ya mutewazî.
Sal 2014. Nêviyê meha Cotmehê. DAIŞ, di bajarê Kobanê’de li derdora Sûqel Hal, Mizgefta Reşît û Mizgefta Mezin bi şev dermeyeke mezin xwaribû. Em jî bi yek ji fermandarê çepera şerqî (rojhilat) Cudî Amed re ketin têkiliyê û me xwest em li mewziyên pêş bi şervanan re biaxifin. Piştî Cudî Amed şervan hişyar kir, destûr da û em jî bi rê ketin. Ligel hevalê xwe Ersîn Çaksû û nûçegihana ANHA’yê Dunya Pale em destpêkê çûne çeperên pişt Mizgefta Mezin. Ji şervanên ku çend roj bû ranezabûn 2, di nava kavilan de, di binê gure gura guleyan de xwe dirêj kiribûn û hevalên wan jî hêj di pevçûnê debûn. Piştî em agahiyên vê çeperê digirin, em berê xwe didine milê çepê yê taxa Sinaî. Li ber avahiyekê em rastî Gelhat tên û di heman avahiyê de em di kunekê re derbasî avahiyeke din dibin. Ji wir jî bi alîkariya kunan em di 2 avahiyên din de jî derbas dibin û di mêrdewanên avahiyeke 3-4 qat de em derdikevine ser banî. Ji ber derdora me gule dibarin em xwe ditewînin û di wan kêliyan de mewziya Nefel a BKC’yê dikeve ber kameraya me. Piştre ez li koşeya din dinihêrim û kalekî extiyar bala me dikişine. Ew kêlî bûn sedem ku hemû dinya alem bizanibe extiyar û ciwan mil bi mil rûmeta mirovahiyê diparêzin. Nefela ku bi rûkeniya xwe di hafizeyan de cihê xwe girt, soza dabû bi cih anî û di rizgarkirina Kobanê de govenda azadiyê gerand. Lê di rizgarkirina gundan de li gundê Bexdik ber bi bêdawîtiyê ve koç kir. Rêhevalê wê Apê Nemir jî hem ji milê xwe yê çepê ku ji keleşê re dibe piştek, hem jî ji rêhevala xwe ya pir hesdikir bû.
Di her şerî de hin sembol hene. Geşedanên di nava şer de bêne ji bîr kirin jî, ew sembolên di mejiyê civakê de cih girtine tim û tim zindî dimînin. Di Berxwedana Kobanê de jî yek ji wan sembolan Apê Nemir bû.
Berxwedêrê kal, piştî min û hevalê Ersîn Çaksû pê re hevpeyvîn kir bi çend rojan, di heman kozikê de birîndar dibe. Niha jî nikare destê xwe yê çepê bi kar bîne.
Bi şev ligel hevalê ANHA’yê em diçine şevbuhêrka Apê Nemir. Mala wî li Kaniya Kurdan e. Xaniyekî yek qat,bê sewax e. Li odeya rûniştinê 2 çarçoveyên wêneyan hene. Di çarçoveyekê de wêneyê kurê wî Osman (Bavê 6 zarokan bû, di dema Komkujiya Kobanê’de jiyana xwe ji dest da) û hevalê wî yê zarokatiyê Mahîr (Bavê 2 zarokan bû, li Minbicê jiyana xwe ji dest da) heye. Di çarçoveya din de jî wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mizgîn Alan (Nefel), Mehmet Bakay (Karasungur Hilvan), Yakup Hayker (Şerzan Hilvan), İbrahim Vahap, Amed Cudî, Harun Bagok, Dijwar Colemêrg, Welat Debe, Bîrgul Çelik (Edessa Girêsor) di navbera wan de jî wêneyê Apê Nemir heye.
Dema em dikevine hindur di Ronahî TV’yê de belgefilmeke der barê Kobanê de heye û ji ber malbat ew temaşe dikir rewşeke giran hebû. Lembe vêketiye; lê ji ber ceyran zeîf e em baş hev nabînin û ez pirsa “Apê Nemir te min nas kir” dikim.
Apê Nemir li min dinihêre û difikire. Ez xwe hinekî din nêz dikim û dibêjim. “Ma ne hevalekî te yê pordirêj hebû.”
Bi van gotinan re hem Apê Nemir, hem jî hevjîna wî Şemsê navê min dibêjin û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Apê Nemir min hembêz dike û şevbuhêrka me dest pê dike.
Ez gotineke hevalê Ersîn bi bîra wî dixim û dikenim: “Apê Nemir ez berî werim cem te, bi Ersîn re axifîm. Bi saloxan te gotiye we kozika min deşîfre kir, piştre DAIŞ’ê ez birîndar kirim.”
Apê Nemir bi van gotinan dikene û dibêje: “Min mesqere (henek) kir. Min tim pirsa te dikir.Ez nikarim bigerim. Ger karibûma ez ê bihatama Bakûr cem we. Ji xwe Bakûr li min qedexe ye (Dikene). Carinan hevalê min yên li Stenbolê bi telefonê li min digerin dibêjin were. (Destê xwe dibe ber qirika xwe û îşareta serjêkirinê dike) Ez jî dibêjim ez werim wê qirika min jê kin.”
Em ji aliyekî ve diaxifin ji aliyê din ve guhê me li belgefilma Kobanê ye. Di wan kêliyan de şervanekî di kozika xwe de behsa rewşê dike dibêje: “Niha em di mewziyan de ne. Hevalê me amadekariya çalakiya dikin. Keşfa xwe dikin…”
Apê Nemir dema gotina mewziyê dibihîze berê xwe dide televizyonê û dibêje: “Ger ez neçim mewziyê tu diçî mewziyê çi bi serê min ketiye.”Bi van gotinan em dikenin û dibêjim: “Ma ne tu jî têra xwe di mewziyê de mayî.”
Apê Nemir dibêje:“Ger ez rojekê li malê bimirim, li ser tirba min binivîsin deyndarê kurdan.Ez ew roj çûme hinda hevala Sorxwîn (berxwedêra Kobanê) navenda YPG’ê. Me sohbet kir. Ji min daxwazên min pirsî. Min jî got; weleh ez tiştekî naxwazim; lê ger ez li malê bimirim tu yê li ser tirba min deyndarê kurdan binivîsi.
Piştî vê gotinê rewş hinek giran dibe. Apê Nemir ji neviyên xwe dixwaze çayekê deynin ser agir û vê hişyariyê dike: “Çay bê şekir çekin ha. Ji bo xatirê hevalê min çayeke Tirkiyeliyan çêbikin. (Li vir çay, av û şekir bi hev re dikelinin.)”Em behsa wan kêliyên me dîmen kişandin dikin. Apê Nemir dibêje ku ew piştre hîn bûye dîmenên wî derketine û bi nav û deng bûye.
Piştre behsa serpêhatiyekê dike û dibêje: “Hevalekî ji Stenbolê ew dîmen temaşe kirine. Digot dema te bang kir û destê xwe hilda û giriyayî, xwarin li ber min bû, hema min tebsik gêr kir û min got, ma ez jî zilam im.Her însanek ji xwe re dike tu mineta vî tiştî tune ye. Bes ê min ez hinekî diqeherim dibêjim min temam nekir.”
Milê xwe yê çepê nîşan dide. Enîşka milê wî ji ber hûr û hela bûye platin xistinê û xwar cebiriye. Nikare milê xwe ber bi xwe ve bikişîne. Bin çengê xwe nîşan dide û dibêje:“Carinan ez diqeherim dibêjim ez ê çekê bi binê milê xwe ve girêbidim û biçim mewziyê. Ev hestî (enîşk) tune ye. Platîn têde ye lê ew jî xwar e.”
‘DI DEMA KOMKUJIYÊ DE MIN CAREKE DIN RAHIŞTE ÇEKÊ’
Apê Nemir dibêje ku piştî emeliyata destpêkê destê wî rast bû ye piştre ketiye vî halî. Wiha dest bi çîroka destê xwe dike: “Esas destê min rast bû. Rind bû. Berî DAIŞ ji Kobanê bi tevahî bê derxistin bi 3 rojan li Mehserê min her du destên xwe bilind kirine tiliyên xwe rakirine. Wêne di telefona Mihemed (kurê wî) de hene. Piştî em vegeriyan, di dema Komkujiya Kobanê de (25 Hezîran 2015), her ku min dît gelek kes li kolanan şehîd ketine, kurê min Osman şehîd bû, min careke din rahişte çekê û şer kir. Milê min hingavê êşiya. Li vir çûme nexweşxaneyê. Min rêkirin Bakûr. Ez çûme Pirsûsê hevalan gotin li Rihayê bijîşkekî baş heye û min birin wir ji bo emeliyatê. Dema min dê daxistana emeliyatê, yekî DAIŞ’ê jî li kêleka min li ser sedyeyê bû û kêlên birînên wî vedikirin. Ew bi erebi xeberan ji Kobanê re, ji kurdan re dide. 4-5 heval ligel min in; lê bi erebî nizanin. Ez jî bi erebî baş dizanim. Hema min jî dest pê kir, bi erebî, kurdî û tirkî. Min ne Erdogan hişt, ne filan û bêvan. Hema ez rast ketim navê. Bijîşk aciz bû ji qestî milê min xwar hişt.”
‘EM Ê HINEKÎ BIKENIN HINEKÎ BIGIRÎN’
Apê Nemir piştre ji bo destê xwe diçe Suleymaniyeyê jî. Li wir filmê destê wî dikişinin û wiha dibêje: “Sûret derxistin doxtor got ez dikarim wiha (destê xwe yê rastê nîşan dide ku weke mirov bigire ber singa xwe) destê te bisekinînim. Min jî got erê tê wiha bisekinînî; lê dinya tev min nas dike. Ez li kuderê bimeşim, wê bibêjin ev kalê hana parsekiyê dike li pereyan digere (dikene û em jî dikenin). Min got hema berdayî be çêtir e. Îcar 18’ê çile civîna me hebû, hevalan jimin pirsî min ev mesele ji wan re got têr keniyan. Wê xortek bibêje ev kal li pereyan digere û were pereyan bixe nava destên min. Ma ev bû?Em ne yên pereyan in.” Piştî ken, weke ku me sûcek kiribe em tev bi carekê re bêdeng dibin û Apê Nemir careke din bêdengiyê dişkîne: “Ka em çi bikin… Em hinekî bikenin hinekî bigirîn. Heyat wiha ye.”
Ez dixwazim hîn bibim bê kengê birîndar bûye. Li ser pirsa min Apê Nemir dibêje: “Piştî we li mewziya min bimin re hevpeyvîn kir bi çend rojan birîndar bûm” Ez dikenim û ji cemaeta derdorê re dibêjim me cihê wî deşîfre kir.Apê Nemir dibêje ku ne me, telefona wî cihê wî deşîfre kiriye û bi qenasê lê dane.
Apê Nemir wiha dirêjî dide axaftinê: “Tê bîra te min di dîmenan de digot ev 2 meh in 2 zarokên min li vir in û min ew nedîtine. Ne 2, 3 kurê min jî li vir bûn e û ez bi yekî nizanibûm.”
Hevjîna Apê Nemir dayika Şemsêdikeve navberê û dibêje: “Mihemed, Hisêyn, Hesen û Apê Nemir her 4 jî li Kobanê bûn, haya wan ji hev tune bu.”
‘NAN HIŞK BÛ WEKE KEVIR Ê MIN JÎ DIRANÊN MIN TUNE BÛN’
Apê Nemir: “Piştî we dîmenên min kişand û hûn çûn, Hevalê Elî hate cem minû got: Ka telefona xwe bide min. Min jî kart û batarya ji telefonê derxist û da hevalê Elî. Di berîka min de bû lê tim girtî bû. Berî şer were Kobanê jî ebeden min li mewziyê bi telefonê şol nedikir. Min li mal dihîşt û dema vedigeriyam min bikar dianî. Piştî çend kêliyan min dî hevalê Elî qartek xistiye telefonê û bateriyeke nû anî. Got A ji te re telefon û bi zarokên xwe re biaxife. Bibêje ez sax im. Ma tu çi bi înyadî. Min got ez ebeden napeyivîm. Piştre min betarî û qarta xwe xiste telefonê, xwarziyekî mîn heye li gundê rojhilatê Sirûcê dimîne. Li min geriya û got: Xalo niha min te li ser televizyonê dît. Min got bo xwedê bigire, qireqira sîlehan e û em di şer de ne. Min telefona xwe girt. Hevalan li jêr xwarin amadekiribû gotin em biçin bixwun. Min jî got hûn biçin ez ê li mewziyê bim, em vir vala nehêlin. Ew jî bi bombeyan êrîşî me dikirin. Berî em xwarinê çêbikin jî me 7-8 çete geber kiribûn. Cenazeyê wan li erdê bûn. Me got wê werin cenazeyan. Ez çûm nanên topiz yên somin hebû hişk bû weke kevir. Diran jî bi min ve tunebûn ez nikaribûm bixwum. Min kir nekir nikaribûm bixwum û min nexwar. Min got we dîsa çaya Tirkiyeliya çêkiriya. (Av cuda dem cuda) Me bi hev re mesqere kir. Hevala Nefel got Apo tu biçe jor ez ê ji te re çaya Kobanîliyan (çay û şekir bi hev re dikelinin) çêbikim û bînim. Wexta ez çûm te dît ew derence hebûn. Dema ez derketim min ferqa qula BKC’yê nekir. Te dît mewziya BKC’yê (mewziya Nefel) li vî alî bû, ya min jî li koşeya din bû. Ez rûniştim min paketeke cixarê xiste berîka xwe. Êvarê dibe bi şev nikaribim hereket bikim, ji ber wê min pakêteke din jî xiste berîka xwe.Milê min jî wiha bû. Min dît tiştekî got pist. Çawa lê ket ez kaş dikim lê milê min nayê. Hestî çû milê min giran bû. Di wê mewziyê de 5 avêtine min 2 li milê min ketin. Min linge xwe kişand û serê xwe xiste ber dîwar. Mil çû êdî nikaribûm rahijim çeka xwe. Min xwe li erdê kaş kir û xwe gihande BKC’yê. Bi destekî BKC zeft nabe. Min 3-4 guleberdana lê min nihêrt ez ê zêdetir zirarê bidim xwe. Min xwe xiş kir di derenceyan de. Di derenca 3’yan de heval gihiştin min û min daxistin. Hevalên me kirin ku bigirîn hemamin got “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’yê. Meraq nekin Nemir Namir e(dikene). Milê min girêdan û min birin kapî. Fermandar dere û tê di destê wî de şivikek heye û li linge xwe dide. Got: Sen gerillasın. (tu gerillayî). Nihêrt emre min dirêj e riya min heye. Bes cilên medenî li min hebûn ha. Min got ben gerilla değilim (ez ne gerilla me). Ben Kobanêliyîm (ez ji Kobanê me). Got kesê medenî di Kobanê de nemane. Min jî got dikana min hebû ez li ber dikana xwe bûm. Got kê li te xist. Min got weleh ez nizanim, eceb YPG’ê li min xist, eceb DAIŞ’ê li min xist, yan na senin eskerin benî vurdî (an eskerê te li min dan). Got benim eskerim niye seni vursun (çima leşkerê min li te didin) Min got senin eskerin koprînden yeninde… (leşkerên te li cem pire) Ez pê re dixaifim dixtorê me dikene dibêje tu bi tirkî jî dizanî. Min got malneketo ka bisekine ez xwe ji vî xilas bikim. Piştre banî eskerekî kir got ambulansı çaxir bunî burdan gitsin bu beladir. (banî ambulansê bike vî belayî bibe) Ez kirim ambulansê min telefonê zarokan kir û min got birîna min xefîf e ez tême doxtor werin pêşiya min.”
Apê Nemir dema diaxife dem dem ez li wêneyê Nefel yê li dîwar dinihêrim. Di heman wêneyî de Îbrahîm Vahap yê ku bi seferberiyê ji Trabzonê hatibû û piştî hevpeyvîna me bi 3 rojan jiyana xwe ji dest dabû, Amed Cûdî ê ku bavê wî yê por sipî li pey hatibû û dema rewşa berxwedêran dîtibû ew î jî mil dabû berxwedanê hene.
Apê Nemir careke din ji keserê axînekê dikişine û dibêje: “Erê êrîş giran bûn lê bi me re zeîfî tune bû. Di wan dîmenên we kişandin de ez digiriyam; lê ew giriyêm ji kelecana ciwanan bû. Hevalên kêleka min ciwan in, keç in, xort in. Ez bi wê digiriyam. Ma ne dema ez ji te re axifîm min got emre min 70 sal e keça ligel min (Nefel) di heman mewziyê de ye 21 salî ye. Ev heyecan mirov îcbarî (neçar) girî dike.Ma ne di dema dîwar li sînor datanîn jî bombeya gazê li min ket, min got dûpişkê bimin vedaye. Tew me negot li min ketiye. Careke din jî gule li ranê min ket dîsa min behsa wê nekir.”
Beriya behsa serpêhatiya xwe ya birîndariya berê bike Hevalê Ehmed cixareyekê dirêj dike û ez didime Apê Nemir. Ji ber nikare bi destê xwe yê çepê rake destê rastê dirêj dike û cixarê ji nava pêçiyên xwe derdixîne û wiha dibêje: “Di dema destpêka êrîşa Kobanê de em ji Borêz (li kêleka Çemê Ferat) vekişiyan gihîştin Qinê. Em berê peyatî bûn. Li Qinê erebe hat li cem me sekini. Me cebilxaneya xwe tev bar kir. Yekî din ê kinik hebû. Te ew li vir nedît. Di dema şer de ew li vir tune bû. Ew jî di erebeyê de. Min lingê xwe xiste erebeyê hêj lingekî min li derve bû. Ev lingê (linge rastê) min şewitî. Weke derziyekê tu tê rakî şewt ketê. Min got lawo DAIŞ’ê ez nekuştim te ez kuştim. Got Apê Xelîl weleh ne ez im. Hevalê Elî sîleha wî ji destê wî girt û bêhn kir got Apê Xelîl sîleha vî neteqiyaye. Min got ê naxwe birûska ezmanan bû li min ket (dikene) . Li goşt ket û di aliyê din de derket çû gule. Tesîra xwe zêde nekir. Em hatin doxtorê me Dadalî hema 2 kêl lê dirût. Paç lê girêda û bi wê birînê 12 rojan me şer kir heya gihîştine Kobanê. Dema ketin şerqê Şêran jî baran dibariya. Di wê avê, di wê celbê de em bûn êdî em çokmîş bûn. Dibabe (tank) li Til Xezalê davêjin me. Ê me jî silehên biçûk in. Ma tê çi bikî? Teyare hat xur û xur li jorê geriya. Kêfa min jî hat min got wê pê vede. Têyare fetilî û DAIŞ’ê xwe ker kir yek gule berneda. A lêxê a lêxê a lêxê, teyare geriya û lênexist çû.”
‘MIN ŞEMSÊ XAPAND Û EZ VEGERIYAME KOBANÊ’
Apê Nemir dibêje ku piştî teyare çûye careke din DAIŞ’ê dest bi êrîşê kiriye û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Piştre dest pê kirin careke din weke birûskê bû. Carekê me nihêrt wa debabe li birekê tepeyê Miştenûr e. Çekê me yê biçûk bûn Rûsî (kaleşnîkof) ew ê çi bikê. Em hatin min nihêrt hevalê Dilsoz li pêş navendê ye. Lingê min dikulê, hevalekî min ê din li pey min e ew jî dikulê. Dilsoz got wel wel wel, şervanên min neman 2 kel û kût ji min re man. Hevalê Dilsoz got biçe Tirkiyeyê. Rabû min sîleha xwe teslîmî heval Cemal kir. Min jê re awanî jî kir (simbêlê xwe badide). Got ew çi ye. Min got li cem me wiha ye, dibe li Efrînê cuda be. Min got a bi vana (Bi van simbêlan) 3 rojan roja 4’an ez ê li cem te bim. Êvara îdê min zarok di têlê de derbas kirin. Wê şeve ez ê çawa bikim. Roja îdê em çûne Sirûcê min çadirek ji zarokan re peyda kir. Roja 4’an min ji Şemsê (hevjîna wî) re got bira û jinbira te li vir in. Tu here cem wan hinek karê min iheye. Ji xwe zarok berî min hatine. Ez jî werim kes nema. Min jê Şemsê re negot. Li mala gel hey ji min re gotin tu kal î nece, min kes guhdar nekir. Ez derketim rê û hatim nêzî Girê Tilşeir di nava darên fistikan de min xwe li telan qeliband û derbas bûm.”
‘OSMAN DI ŞER DE NEMIR DI KOMKUJIYÊ DE ŞEHÎD KET’
Apê Nemir gotine tîne ser yên ku hewl didin birevin û dibêje: “Niha hin kes dibêjin kurê min neçûna şer nedimir. Kuro lawo kurê te çû di behrê de mir. Niha carinan ez mesqere (henek) dikim bi hevalên xwe, dibêjine min tu çima namirî. Ez dibêjim weleh hûn min bixin devê topê û bavêjin jî ez namirim. Îlleh ew ê jorê (Xwedê) dikare rihê min bistîne. Ne DAIŞ û ne jî bavê DAIŞ… Ne were ye (Dikene). Herkesek bi riyê xwe ye. Binihêre Osman (kurê wî) şehîd ket. Di dema şerê giran ê Kobanê de derneket û derneket û derneket. Tiştek pê nehat. Vê paşiyê di komkujiyê de şehîd ket.”
Piştî vê gotinê Apê Nemir behsa roja Komkujiya Kobanê dike: “Ciwanekî me gule li qeftika destê wî ketiye di aliyê din de derketiye. Bi destê xwe girtibû û dihat. Min dît xwîn jê tê. Got DAIŞ li min xistiye. Min got de here lo DAIŞ’a çi. Ya Allah, ya Fettah, ya Rezzaq. Hevalan Sirrîn stendiye şahiya wê ye li ortê guleyek hatiye li te ketiye. Hêj ez bi lawik ve eleqedar dibûm, min nihêrtguleyên qenasê bi erdê ve tên. Êdî min tekîd kir êrîş heye. DAIŞ e. Nabê bajar tijî bûye bi cih bûne û kes pê nehesiyaye. Pir kes sîlehên xwe hebûn û dernexistin. Ez dibêjim bavêjin wan dibêjin ma em ê çawa li hevalan bixin. Ne heval in ma heval li te dixin. Di navbeyna van her du hewşên Mîrze de 5 hezar însan hebû. Ger me bernedana wan yek nedima. Her ku me gule avêtine wan bi paş ve reviyan. Bi milê bakûr ve kirin birevin ji wir ve jî berdane wan. Piştre çûn xwe di derî de teqandin. Makîneyeke gewr bû.
Kuştina kurê xwe Osman jî bi van gotinan vedibêje: “Hevalê Osman li Hêciz (noqteya kontrole) bû. Milletê ji Reqqa û Girê Spî dihatin pêşwazî dikir. Nifûsên wan dibire asayîşê qeyd dikir. Berê sibê ew jî li motorê xwe siwar dibe ji bo bibe asayîşê, li quncikê mektebê ew kuştin. Milet banî dike dibêjenece DAIŞ li pêşiya te heye, ew jî dibêje bijî berxwedana YPG’ê û diçe. Îhtimal nadê. Dibêje hevalan Sirrîn sitendine û şahiyan dikin. Qenasê li serê wî dabû.”
Dayika Şemsê jî dibêje ku ew li benda kuştina Hesen bûne lê Osman çûye û wiha dibêje:“Hesen li derî bû. 2 erebe li wir teqandin hevalên wî tev şehîd ketin. Hesen bilind dibe li erdê dikeve dîsa jî tiştek pê nehat. Hevalên wî Comert, Mehmûd li kêleka wî bûn û şehît ketin. Em li derî ji Hesen ditirsiyan me digot Hesen çû. Lê em nizanibûn Osman li motorê siwar bûye çûye biçe Asayişê û şehîd ketiye. Di xerbî re dest pê kirin û heya di vê haretê (Kaniya Kurdan) de derketin.”
‘DAWÎ XWEŞ BÛ TIŞTEK BÊ BEDEL NABE’
Dayika Şemsê wiha berdewam dike: “Min dît zarokek hat û destê wî xwîne, dilerizî. Min ew girt xwîna destên wî paqij kir û pêça. Min nihêrt erebeyek ji vê jêrê ve dihat. Hiseynê kurê min li ber deriyê malê bû. Hiseyn got ev DAIŞ in. Hevalê wî got na ne DAIŞ in heval in. Kurê min jî got ma tu nabînî kum kişandine serê xwe û por di binî de xwuya dike, riyê wî jî dirêj e. Yekî birîndar jî pê re ye. Ji hevalê xwe re got lêbixe. Lê hevalê wî lênexist. Hiseyn tifing ji destê hevalê xwe girt û li tekele wê reşand. Gava tekel teqand bi paşve vekişiya û li jêr hin heval hebûn ewan jî lê reşandin reviya çû xwe di qapî de teqand. Dema deng hat me got temam Deriyê Sînor çû. Me telefon kir me dît Hesen tune, me telefonî Osman kir ew jî tune…”
Dayik jî em jî bi van gotinên lerzok hestiyar dibin. Apê Nemir careke din bi kenê xwe di hewara me tê û dibêje: “Dawî xweş bû, ma ne wisa ye. Me ev roj dîtin xweş e. Tiştek bê bedel nabe.”
Dema behsa bedelan dibe ez qala Selman Çinar (Mazlum Doruk) dikim û dibêjim kurê malê yê bi tene bû. Apê wî dixwest wî vegerîne û kurekî xwe bişîne Kobanê; lê Mazlum ligel 2 caran birîndar bû jî venegeriya heta di rizgarkirina gundan de jiyana xwe ji dest da.
Li ser van gotinên min dayika Şemsê dibêje ku apê Mazlum hatiye û hefteyekê li mala wan maye: “Ev meseleya tu behs dikî apê wî hate mala me. Mazlum li Zormixarê bû. Apê wî çûye cem û gotiye ka bimeşe em biçin. Ew î jî gotiye heta heval ji min re nebêjin sîlehê deyne û biçe ez nayêm. Heval jî dibêjin ku mafê wan tune ye ji kesî re bibêjin çeka xwe deyne û biçe. Mazlum bi Apê xwe re neçû. Ap 6 roja li vir li mala me ma. Min jê re got dest jê berde. Rizqê xwe yê li vir e. Nayê. Jê vegere. Piştre şehîd ket.”
Dayika Şemsê bi vê yekê ve girêdayî serpêhatiyeke din vedibêje: “Xortekî Hêcelê hebû. Piştî Osman em derbasî Bakûr kirin vegeriya Kobanê. Nabê ev xort jî bi pey ketiye. Lawik jî sêwî bû. Bavê wî hat got kurê te kurê min bir û çû. Min jî got na ne wisa ye. Kurik hate vir carekê birîndar bû û ji bo tedawiyê hat. Piştî hinekî bi xwe ve hat careke din vegeriya Kobanê û ev car şehîd ket. Ji rojhilatê Sirûcê bû. Em li Sirûcê bûn ma me hindik şehîd rakirin. Gelekê wan ji Bakûr, Başûr, Rojhilat bûn. Rojekê rojnamegerekî ji Iraqê li cem me bû. Hin cenaze hatin kesên wan tune bûn nedihat zanîn kî ne û ji kûderê ne. Ez û pîrekeke ji Kobanê pir li ser wan şehîdan giriyan. Rojnamegeran gotin ma ê we ne. Me got erê yêmene ma ne ji bo me çûne li Kobanê şehîd ketine.”
Apê Nemir herî dawî careke din şehîdan bi bîr tîne û dibêje: “Ewan vala xwe feda nekirin. Bê bedel tiştek bi dest nakeve. Dibe yên bedel nedabin jî hebin. Lê divê em zanibin kê çi dike bi xwe dike.”
Piştî van gotinan em musadeya xwe ji Apê Nemir û Dayika Şemsê dixwazin. Hem ez bi wênekêşa xwe wêne dikişinim, hem jî ew ji kurê xwe dixwazin bi telefonê em wêneyekî bi hev re bikişînin. Min dixine navbera xwe û em wêne dikişinin.
Ez dixwazim destê Apê Nemir maçî bikim lê destûr nade. Em diçine ruyê hev û ji bo careke din em hev bibinin û dirêj dirêj biaxifin xatir dixwazin.
Abdurrahman Gok - dîhaber