SEMSÛR - Gundê Olîorte yê navçeya Bulama Semsûrê ku ji 20 malan pêk tê, ji ber berfê û şertê zivistanê rê tên girtin û 6 mehên payiz û zivistanê ji babar qut dibe. Şeniyên gund 6 mehên payiz û zivistanê koçî Semsûrê dikin û 6 mehên bahar û havînê diçin gund.
Gundê Olîorte ya girêdayî navçeya Bûlama Semsûrê ku ji 20 malan pêk tê, ji ber demsala zivistanê dijwar derbas dibe, têkiliya gund 6 mehên payiz û zivistanê ji derve qut dibe. Zivistanan ji ber barîna berfeke zêde rêyên gund hemû tên girtin û jiyan radiweste. Ji ber vê şêniyên gund zivistan û payîzan li bajaran bi cih dibin, bihar û havînan jî dubare vedigerin gund. Keyayê gundê Olîortê Kamber Tunç diyar kir ku ji bo pirsgirêkên wan çareser bibin gelek caran serî li saziyan daye, lê hêj tu bersivek negirtine.
ZIVISTANÊ VALA DIBE
Keyayê gund Tunç, da zanîn ku ew zivistanan neçar dimînin ku gund vala bikin û got: "Zivistanan li gundê me pirsgirêka avê heye. Ava me ya vexwarinê ji 2 hezar û 600 metreyî tê. Bi boriyên plastîk ên di sala 1960'î de hatine bicihkirin tê veguhastin. Ji ber boriyên avê nêzî sererdê ne, zivistanan av bi temamî dibe qeşa. Em seranserê zivistanê rastî tengasiya avê tên. Ya duyemîn jî, riyên me xerabe ne. Dema berf dibare, şaredarî riyên me vedike, lê vê carê jî ji heriyê nayên kişandin. Pirgirêka heriyê ji ya berfê zêdetir e." Tunç, diyar kir ku ji bo pirsgirka wan a avê û rê çareser bibe serî li şaredariya Bulamê daye, lê derfetên şaredariyê tune ne û got, li ser vê wan îdareya taybet a bajêr, qaymeqamtî û walîtî jî di nav de serî li gelek saziyên fermî daye, lê belê tu kes ji derdê wan re nebûye derman.
ZIVISTANAN HEYWANAN DIFIROŞIN
Tunç, anî ziman ku dema ew koçî bajarok, navçe û bajêr dikin mecbûrî di kirê de dimînin û wiha axivî: "Em havînan 100 kes li taxê dijin. Bi piranî karên tûtinê dikin. Heke pirgirêkên me bên çareserkirin, em dikarin zivistanan li gund heywanan jî xwedî bikin. Lê dema wisa be em ê heywanan li kuderê xwedî bikin. Em baharê sewalan dikirin û payizan difroşin."
JI BO ZAROK BIXWÎNIN
Hevjîna keya, dayika 4 zarokan Kiymet Tunç (40), anî ziman ku her çi qas li gund dibistan hebe jî, ji ber hejmara xwendekaran kêm e mamoste tune ne. Tunç, anî ziman ku pirsgirêka wan a mezin çûn û hatina zarokên wan a dibistanê ye û wiha domand: "Berê em zivsitanan jî li gund diman, zarokên me riyeke bi qasî 4 kîlometreyî dimeşiyan. Zarok heta çongê şil dibûn. Kurê min Aziz di vê riyê de nexweş ket û ji neçarî dev ji dibistanê berda. Ji ber hejmara zarokan kêm e, dewlet serwîsê jî ande. Ji ber defetên me jî tune ne, em nikarin serwîsê bigirin. Ji bo zarokên me nexweş nekevin û bixwînin, em li van deran bi cih bûne."
EVÎNA XWENDINÊ
Aziz Tunç (22) ê diya wî behs kir ji ber nexweşînê dev ji dibsitanê berdaye, her çiqas ji wxendinê hez dikir jî, ji ber nexweşîna Lupus Eritromatozus a Sîstematîk (SLE) a 12 sal berê lê peyda bûye ji neçarî dev ji dibistanê berdaye. Aziz wiha got: "Dema em 7 salî bûn, sibehê zû em radibûn û di wê zivistanê de diçûn dibistanê, heta em diçûn pêlava me tije av dibû. Di vê riyê de nexweş ketim û ji ber vê nexweşîna xwe min tenê heta pola yekemîn a lîseyê dikaribû bixwîne. Lê belê, ji ber nexweşîna xwe xweşikî min nikaribû biçe dibistanê. Neçar mam dev ji dibistanê berdim."
Ji ber nexweşîna, da sebra xwe pê bîne malbata wî tembûrek ji Aziz re kiriye û bêyî biçe qursekê ji ber xwe ve hînî tembûrê bûye. Tunç, dest nîşan kir ku wî evîna xwe ya dibistanê ber bi tembûrê ve beralî kiriye û got, heta niha wî gotinên 28 stranan nivîsandiye û car carinan tevî hevalên xwe yên muzîkjen diçe dawetan.