Serokwezîr Projeya tramvayê 6 salan rawestand û qeyûm hat erê kir

AMED - Pêşnûmaya tramvayê ya beriya çend salan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo wê budçeyek veqetandibû, lê bi salan ji aliyê Serokwezîrtiyê ve nedihat tesdîqkirin, piştî tayînkirina qeyûm hat tesdîqkirin. Qeyûm Cumali Atilla yê vê pêşnûmayê wek pêşnûmayeke nû da der, cara ewil ji aliyê Serokê Komîsyona Gihaniyê Mustafa Emrah ve hatibû amadekirin û Emrah bi bîr xist ku pêşnûma aîdî wan e.

Di serdema ku Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû di navbera salên 2010-2011'an de pêşnûmaya Pergala Raya Sivik hatibû amadekirin û ji bo ev pêşnûma bê sepandin, Gultan Kişanak û Firat Anli ên di 30'yê Adara 2014'an de hatin hilbijartin her hewl dan. Lê bi sala ye pêşnûma ji aliyê Serokwezîrtiyê ve nedihat tesdîqkirin û ji bo vê jî starta wê nedihat dayîn. Lê li gel vê, Cumali Atilla yê di 1'ê Mijdara 2016'an de wek qeyûm hat tayînkirin, wek pêşnûma ji aliyê wî ve hatibe amadekirin reklama wê dike û daxuyand ku dê pergala birayî bê sepandin. Her wiha pêşnûma ji aliyê Serokwezîrtiyê ve bi lez û ebz jî hat tesdîqkirin.

PÊŞNÛMA NE YA QEYÛM E

Pergala Raya Sivik a dê ji 18 rawestgehan pêk bê, etaba wê ya yekemîn bi dirêjahiya xwe ji 14 kîlometretan ji Deriyê Çiyê dest pê dike heta Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê, etaba wê ya duyemîn jî ji Dîcle Kentê heta 500 Evlerê hatibû plankirin. Pêşnûmaya ku dihat payîn dê bi 30 vagonî bixebite, li gel hemû amadekariyên wê temam bûbûn jî rastî astengiyan hat. Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Serokê Komîsyona Gihaniyê Mustafa Emrah ê bi salan li ser pêşnûmayê xebitî, girîngiya pêşnûmayê û ji bo çi ev pêşnûma nehat tesdîqkirin ji dîhaberê re axivî. Emrah, got pêşnûmaya ku ji aliyê qeyûm ve wek pêşnûmayekê tê ragihandin û daxuyaniyên ku dê di demeke nêz de pêşnûma bên sepandin ne rast in.

HER TIŞTÊ PÊŞNÛMAYÊ HATIBÛ FIKIRÎN

Emrah, anî ziman ku pêşnûmaya Pergala Raya Sivik di navbera salên 2010-2011'an de hatiye plankirin, di sala 2012'an de jî ketiye rojeva Şaredariya Bajarê Mezin û dihat fikirîn ku dê di sala 2013'an de çêkirina wê dest pê bike û got, hemû raporên wê yên teknîkî, pêşnûmayên wê, pîvanên wê, pîvanên wê yên qadê, guzergahên wê, navgîn û amûrên wê, tîpa vagonên wê, dê di kuderê re derbas bibe, qadên wê yên depoyî hatibûn plankirin. Emrah, anî ziman ku gelê Amedê û şaredarî ev pêşnûma zaf dixwest û heke bihatana sepandin dê trafîka bajêr rhet bibûna û got, bi kedek mezin hemû merhaleyên wê yên zehmet hatin temam kirin, lê di noqteya dawîn de bi tu awayî nehat sepandin.

‘PÊŞNÛMAYA ME JI ALYÊ YPK'Ê VE HAT RAWESTANDIN'

Emrah, anî ziman ku wan di sala 2013'an de cara ewil serî li İller Bankesiyê daye û diyar kir ku, pêşnûmaya wan a di sala 2014'an de buhayê wê zêdeyî 100 milyon TL'yî bû, ji aliyê Teşkîlata Planê ya Dewletê ve hewaleyî Lijneya Planê ya Bilind (YPK) hatiye kirin. Emrah, got YPK jî ji lijneyeka ku ji wezîran û serokwezîr ve pêk tê û wiha axivî: "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwest pêşnûma di sala 2015'an de di bernameyê de cih bigire. Hemû xitimandin jî, pêşnûmaya me ya çû YPK'ê li vir hat rawestandin. YPK ji bo sepandina pêşnûmayê çend caran nivîs şandin. Di nivîsên bi ruberî ahtin şandin de, ew pêşnûma bû ku ji aliyê Wezîrê Pêşvebirinê ve hatibû tesdîqkirin. Ji ber pêşnûma bi 100 milyon TL'yî û girêdayî krediya derveyî bû, ji Wezareta Pêşvebirinê pêşnûmayek hatibû xwestin. Rapora li wezaretê ahtibû amadekirin her çi qas erênî bû jî, pêşnûmaya me li YPK'ê hat rawestandin."

‘JI BER SEDEMÊN SIYASÎ PÊŞNÛMA HAT ASTENGKIRIN'

Emrah, anî ziman ku ji bo pêşnûma bê sepandin wan ji roja ewil ve bi gelek fîrmayan re hevdîtin pêk anî bû û dest nîşan kir ku, di encama lêkolînan de jî di nav pêşnûmayên herî baş de dihat dîtin û ev hem ji aliyê Bankeya Cîhanê, Bankeya Pêşvebirinê ya Fransayê û hem jî ji aliyê bankeya hikûmeta Çînê ve hatibû tesdîqkirin. Emrah, got ev pêşnûma zaf li gor rewşa Amedê bû û anî ziman ku, pêşnûma ji aliyê serokwezîrtiyê ve ji ber sedemên siyasî hatiye rawestandin û wiha got: "Li dijî pêşnûmayên şaredariyên ne ên AKP'ê bin tim astengî hene. Pêşnûmayên DÎSK'ê jî hatin betalkirin."

‘PÊŞNÛMA YA ME YE'

Emrah, li dijî daxuyaniyên qeyûm Cumali Atilla yê pêşnûmayê wek a xwe nîşan dide bertek nîşan da û anî ziman ku, hemû hûrgiliyên têkildarî pergalê ji pêşnûmaya wan hatine wergirtin. Emrah wiha axivî: "Ev pêşnûma bi awayekî cuda tê nîşandan. Dixwazin çavê mirovan boyax bikin. Bi derew merewan vê pêşnûmayê bi awayekî cuda nîşan didin. Me heqê 10 otobên ku me sala çûyîn kriîbûn jî dabû. Me pereyê wê razandibû Ofîsa Malzemeyan. Lê niha qeyûm dike malê xwe û dixwazin bi vî awayî gel bixapînin. Lê dê ev derew rojekê derkeve holê."

Emrah, anî ziman ku pêşnûmaya ku bi salan ji aliyê serokwezîrtiyê ve hat astengkirin û piştî tayînkirina qeyûm bi lez û bez hat tesdîqkirin nayê qebûlkirin û wiha got: "Peyama, yên ji me bên em ê her cure karên wan tesdîq bikin. Lê heke yên ne ji me bên em ê tu akrê wan nekin, didin."

DÊ DEST PÊŞNÛMAYÊ BIKIN, LÊ DÊ NEQEDÎNIN

Emrah, dest nîşan kir ku mebesta dubare rojevkirina vê pêşnûmayê ew e ku fîrmayên alîgir dewlemend bikin û heke ev bibe dê neçareseriyê bi xwe re bîne. Emrah wisa domand: "Ev pêşnûmaya ku ji bo Amedê pêşnûmayeke mezin û girîng e, divê li gor roja sepandinê bê amadekirin. Me ev pêşnûma ji bo em di 2013'an de bisepînin me amade kiribû. Îhaleya pêşnûmayê, amadekirina raporên wê, xebatên wê yên bin avayiyî hebûn. Niha dibêjin em ê di du mehan de îhaleya wê bidin destpêkirin, heke besayiya vê pêşnûmayê neyê wergirtin, dê tu encamê nede. Wisa be, dê qeyûm tenê dest bi pêşnûmayê bike û dê qet wê bi daîw neke. Gelê Amedê jî hay ji vê heye. Dê baweriya xwe bi van reklam, derew û merewan neyîne. Mebesta hatina qeyûmê jî ji xwe ev e. Tu eleqeyeke wan a ji bo xizmeta bajêr bikin, pirsgirêkên gel çareser bikin tune ye. Niha vîna gel, şaredariyên wan hatine xespkirin. Gelê me jî hay ji vê heye. Dê bi vî awayî berbayî qeyûm nekeve."