Doç. Dr. Rauf Kesîcî: Çareserî sosyalîzme

KOCAELÎ - Ji Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê Doç. Dr. Rauf Kesîcî, polîtîkayên pazara ked û îstîhdama Tirkiyeyê vegot û diyar kir ku çareserî ji kapîtalîzmê dûrketin û avakirina jiyanek sosyalîzme.

Li Akademiya Piştevaniyê ya Kocaekiyê (KODA) ji ku aliye 19 akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaeliyê hatine îxraçkirin ve hatiye avakirin, Doç. Dr. Rauf Kesîcî ku li derveyî welate, vê hefteyê bi riya SKYP’yê dersa “Polîtîkayên Pazara Kedê û Îstîhdama Tirkiyeyê” vegot. Kesîcî ku bi riya SKYP’ê derbarê dersa xwe de ji kesên li avahiya Egîtîm Sena Kocaeliyê kombûn re agahî dan da zanîn ku divê piştevanî li her qadê bidome.

'CIH NADIN ÎSTÎHDAMA JIANAN’

Kesîcî, diyar kir ku li Tirkiyeyê hêjmara bêkaran zêde ye, ev ji ber polîtîkayên îstîhdama şaş çêdibe û wiha got: “Li Tirkiyeyê rêjeya îstîhdama jinên ji sedî 30 e. Di polîtîkayên jiyana xebatê de nirx nadin îstîhdama jinan. Nokteya bingehîn a bêkariyê ji ber polîtîkayên têrnekerin. Li Tirkiyeyê zêdebûna nifûsê li ber çavan nayê girtin û cihên kar nayên vekirin sedema vê jî bi taybetbûna cemaweriyê ye. Ji bo bêkarî bê kêmkirin û îstîhdam zêde bibe çareserî ji kapîtalîzmê dûrketin û avakirina jiyanek sosyaliste. Divê hêza ked û kar a erzan ji holê were rakirin.”

Li aliyê din akademîsyenên û xwendekarên tevlî dersen KODA’yê dibin dan zanîn ku divê piştevanî mezin bibe û ders berdewam bikin.

Yek ji akademîsyenên ku hatine îxraçkirin Yard. Doç. Hulya Kendîr jî wiha axivî: “Em ê dersen xwe bidomînin, ligel ku nava hefteyê ye gelê Kocaeliyê eleqeyek mezin nîşanî dersan dide. Mijarên ku li zanîngehê dihatin nîqaşkirin niha bi gel re tê nîqaşkirin ev tiştek pir xweşe. Dê xebatên me bidomin.”