Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat girtin

WAN - Ji 17 kesên li Bêgirê hatin binçavkirin, Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç jî di navde 7 kes hatin girtin.

Li navçeya Bêgirê ya Wanê polîsan di 13'ê Çile de Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Ali Tunç jî di navde 17 kes binçav kiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan a Wanê. Ji 17 kesên hatibûn binçav kirin jê Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç jî di navde 7 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin. Ji 17 kesan 10 kes jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Kesên hatin girtin wiha ne: Hevşaredarê Bêgirê Mehmet Alî Tunç, Bahattin Karagule, Dogan Başak, Halîl Îbrahim Guler, Xebatkarê şaredariyê Yemlihan Akkuş û Ercan Dilmaç û Hevserokê DBP'a Bêgirê Mehemet Kaplan hatin girtin.